2023-04-09T06:14:44.000000Z
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, danê êvarê roja şemiyê 08.04.2023ê li Bexdayê, beşdarî merasima 43emîn salvegera şehîdkirina Seyîd Mihemed Baqir Sedir kir ku, her yek ji birêzan Serokwezîr û hijmarek ji wezîr û berpirsên Hikûmeta Federal ya Iraqê û berpirsên aliyên siyasî yên Iraqî têda amade bûn.
Di merasimê da Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir:
Bi navê Xwedayê mezin û mîhreban
Amadebûyên birêz!..
Îro em hemû bi hev ra di vê merasimê da tawaneke mezin ya rejêma Baas ya berê ya li hember raberêkê mezin yê berxwedêr û zanayekê mezin yê cîhana Îslamê ku, ew jî şehîd Seyîd Mihemed Baqir Sedir e û li xûşka wî şehîd Emîna Sedir ku bi Bint el-Huda navdar e bi bîr tînin.
Îro ku 43 sal bi ser vê tawana mezin da derbas dibin, em rêgirtina xwe, li bîranîn û giyanê her du şehîdan, bi birêz Nûrî Malikî Emîndarê Giştî, tevahiya cemawerê Partiya Dawe û malbata mezin ya birêz Sedir û tevahiya gelê Iraqê radigihînin.
Herwesa rê bi min bidin ku, bi navê Serok Mesûd Barzanî rêz û hurmeta wî li hember şehadeta îmamê şehîd Mihemed Baqir Sedir bi we yên birêz û Partiya Dawe, tevahiya malbata Sedir û gelê Iraqê bigehînim.
Birêzan!
Ev îbretek a Xwedayê mezin û dîrokî ye ku, em dibînin ku roja rejêmê ev zana şehîd kiriye, di heman rojê da, piştî 23 salan, rejîm bi xwe hate têkbirin û hilweşandin.
Îmam Şehîd Mihemed Baqir Sedir hizirmend û alimekî mezin bû, ji ber vê yekê şehadeta wî ne tenê şehadeta însanekî bû, belkî şehadeta merceek û alimekî bû ku dikaribû gelek berhemên din yên bijarte bi gelê xwe û bi alema Îslamê bide.
Dema em li jiyana wî dinêrin, em dibînin ku ji zarokatiya xwe da mirovekî pir jïr û jêhatî bû. Ew mirovek û zanyarek ji temenê xwe pir pêştir bû. Şehîd Mihemed Baqir Sedir ders, pirtûk û ilmên xwe zûtir ji dema xwe diqedandin û pirs û nîqaşên zanistî yên pir xurt û nû diazirandin. Pirtûkên wî yên li ser fiqih, aborî, siyaset û warên din di wê demê da afirandinên gelek mezin bûn û hîn jî jêderên girîng in.
Şehîd Mihemed Baqir Sedir li dijî Partiya Baas bû û rê neda ku xelk bibin Baas, ji ber ku rêjêma Baas bibû sîtemkarê xelkê û bibû sedema şer û wêrankariyê ji bo gelê Iraqê. Ji ber vê yekê bingeha tevger û fikra bizava berxwedanê û tevgera siyasî ya şîye li Iraqê danî.
Herwesa Şehîd Bint el Huda jî keseka pir xwenda û rewşenbîr bû. Ji hînbûn û ramanê hez dikir, ji ber wê jî weke jinekê bi ser hemû dijwariyan da bi ser diket. Hemû dema xwe, ji bo xwendin û nivîsandinê terxan kirbû. Çend pirtûkên girîng nivîsandin. Her wiha jineke gelek wêrek bû, bi tu awayî li hember zilma rejîmê serî netewand û organîzatoreke mezin a xwepêşandanan li dijî zordariya rejîmê ya li ser Merceiye ya Bilind û gel bû.
Amadebûyên hêja..
Di navbera malbata Barzan û Merceiyê da, herwesa di navbera Tevgera Rizgariya Kurdistanê û Necefê da peywendiyên demdirêj û dêrîn hebûn. Bavê min ê rehmetî Îdrîs Barzanî, li ser fermana Rêberê Şoreşa Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî (Xwedê jê razî be) li Necefê serdana Merceiyê Mezin Seyîd Muhsin Hekîm kiribû.
Serok Mesûd Barzanî hertim pêwendî digel Merceiya Necefê hebû. Di encama haydarbûna Xwedê jêrazî Seyîd Muhsîn Hekîm ji zulma li ser Kurdan, Seyîd Muhsîn fetwayek da û şerê Pêşmerge yên Şoreşa Îlonê heram kir.
Piştî destpêkirina şoreşa di navbera rejêmê û Şoreşa Îlonê di sala 1974ê da,Seyid Mihemed Baqir Sedir di bersiva xortekî bi navê, Kazim Cewda, da ka gelo şerkirina li dijî Kurdan rewa ye? Îmamê Şehîd jê ra gotibû: Nabe ji ber ku misilmanin.
Di sala 1969an da Mela Mistefa Barzanî ji bo Çileya Îmam Hisên (silavên Xwedê lê bin) çend xwendekarên Kurd şandin Kerbela û Necefê. Dr. Fuad Husên Wezîrê Derve ku niha li vir rûniştiye yek ji wan xwendekaran bû. Piştî pêşkêşkirina gotara Barzanî ji aliyê yek ji xwendekaran ve, Seyid Mihemed Mehdî Hekîm ji xwendekaran ra got: “Hûn jî kurên Hisên in, ji ber ku wek me zilm li we jî dikin û hûn li berxwe didin.
Doh sîtemlêkirin, bergirî û berxwedanê em bi hev ve girêdabûn, îro jî divê em bi hev ra bin û hemû zilm û pirsgirêkan ji holê rakin.
Amadebûyên hêja!..
Dixwazim bi bîr bînim ku di salên 1960’an da Partiya Dawe û Partiya Demokrat a Kurdistanê du stûnên sereke yên têkoşîna li dijî zilmê bûn. Di navbera wan da hevgirtin û hevkariyek pir mezin hebû. Gelek caran Pêşmerge, Micahîd û endamên her du aliyan li heman deverê û li heman cihî bi hev re bûn. Di girtîgehên rejêma berê da jî bi hev ra bûn.
Ji ber vê yekê, divê her du partiyên sereke têkiliyek pir çêtir ji nû ve ava bikin. Her wisa divê Partiya Dawe bi hemû aliyên Kurdistanî ra peywendiyên xwe yên bihêz hebe, ji ber ku Partiya Dawe gelek zêdetir hay ji zilma ku li gelê Kurdistanê hatiye kirin heye.
Ji ber vê yekê di vê merasima ku wateyeke mezin ji bo hevxebatî û bi hevra karkirinê heye, ez daxwazê ji Emîndar û serkirdeyên Partiya Dawe dikim ku bi hev ra di rastkirina şaşiyên berê û çareserkirina hemû pirsgirêkan da rolek bi bandor bilîzin. ji bona bihêzkirina baweriyê di navbera hemû pêkhateyên Iraqê da, bihêzkirina sîstema demokrasî û bicîkirina federalîzimê li Iraqê, li gor destûra Iraqê bixebitin.
Birêzan!
Em hemû dizanin ku malbata Sedir bi alimên xwe yên mezin, bi dîroka xwe ya pirşingdar di warê zanistî û têkoşîna li dijî zilmê û bi beşdariya xwe ya mezin û bibandor di tevgera siyasî û berxwedanê da xwedî cihekî mezin e. Îro li Iraqê bi sed hezaran kes baweriya xwe bi malbatê tînin û xwedî hêzeke mezin a cemawerî û siyasî ye.
Bi vê minasibetê ez bi derfet dibînim ku daxwazê ji birêz Seyîd Muqteda Sedir bikim ku ji bo yekxistina sîstema siyasî ya Iraqê û bihêzkirina tevgera çaksaziyê û çareseriya Iraqî li hundirê Iraqê da, dest bi diyalogeke nû ya berfireh digel hemû alî û serkirdeyan bike.
Bi vê minasebetê em careke din silav û rêzên xwe ji bo giyanê pakê şehîd Seyîd Mihemed Baqir Sedir, şehîd Bint El Huda û hemû şehîdên rêya azadiya Iraqê dişînin.
Gelek spas.