Piştî nîvroya îro sêşemî 02.12.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandeke Wezareta Derve ya Japonyayê bi serokatiya birêz Masamichi Sugaya, Rêveberê Karûbarên Rojhilata Navîn, kir.
Di hevdîtinê de ku birêz Akira Endo, Balyozê Japonya li Iraqê amade bû, peywendiyên Japonya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa giştî ya Iraqê û derfetên kar û veberhênana Japonya li Herêma Kurdistanê, hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan daxwaza xwe ya dualî ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş di hemû waran de destnîşan kirin. Di vê derbarê de Serok Nêçîrvan Barzanî kar û projeyên Ajansa (JICA) û şîrketên Japonî û rola wan li Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Li aliyê xwe, şanda mêvan ligel şermezarkirina êrîşa ser Kormor, piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kirin, herwiha amadebûn û daxwaza welatê xwe ji bo beşdarbûna zêdetir di pêvajoya avakirin û geşepêdana li Iraq û Herêma Kurdistanê de nîşan dan.
Hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê, peywendiyên Hewlêr - Bexda û pêşhatên dawî yên herêmê, mijareke din a hevdîtinê bûn.