Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nêçîrvan Barzanî li gel Komel û PDK civiya

2019-11-28T03:58:03.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser rol û beşdarî û hevhelwestiya hemû aliyên siyasiyan ya ji bo pêkve karkirina bi armanca parastina maf û berjewendiyên xelkê Kurdistanê kir.

Li dirêjahiya hevdîtin û civînên xwe yên li gel aliyên siyasiyan da, îro çarşem 27/11/2019 li Hewlêr birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêzan Mistefayê Seyid Qadir û Ce'fer Şêx Mistefa Cîgirên Serok, bi cûda cûda serdana Komela Îslamî û Partiya Demokrata Kurdistanê kir.

Li her dû civînan da, tekez li ser girîngî û hevhelwestiya hemû aliyên Kurdistanê ya di derbarê pirs û babetên serekiyên li ser her dû asta Kurdistan û Iraqê de kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasî xemxurî û bi deng ve hatina aliyan ya ji bo hewl û hengavên Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya ber bi tebayî û yekrêzî û pêkve karkirina hemuyan li asta rûdan û pêşhatan da kir. Bi taybetî jî hewlên pêkanîna hevpeymaniyekî Kurdistanî li Bexda ku bikarê yekgirtiyane nûnerayetiya berjewendiyên gelê Kurdistanê û dakokiyê li maf û destkeftên destûriyan bike.

Ji aliyê xwe ve her yek ji Partiya Demokrata Kurdistanê û Komela Îslamî pesnê hewl û hengavên Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokayetiya Herêmê kirin û piştevaniya xwe ji bo yekrêzî û tebayî û hevgotariya Kurdistanê derbirîn.