2019-12-18T03:37:11.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku serhildana terorê li Iraq û navçeyê metirsiyekî rasteqîneye û gefeke li ser asayîşa cîhanê jî ji bo wê yekê hevkariya berdewam û hemahengiya navdewletî ya ji bo berengarbûna wan gefan bi erk û pêwîst zanî.
Li civîneke li gel birêz Lorenzo Guerini Wezîrê Berevaniya Îtalya û şanda li gel êvariya îro sêşem 17/12/2019 li Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê spasî Îtalya kir ji bo wan hevkarî û piştgîriyên serbaziyên di dema şerê Da'îş de li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletî da pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirin û rola pîsporên serbazî yên Îtalî li meşqpêkirin û rahênana Pêşmerge de bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve birêz Guerini rêz û pêzanînên Îtalya ji bo Herêma Kurdistanê û Pêşmerge dûpat kir ku li şerê dijî terorê û têkşikandina Da'îş da rolekî mezin dîtin û berevaniyê li hemû pêkhatên Herêma Kurdistanê kirin. Her wiha berdewamiya piştgîriya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê li berengarbûna terorê û parastina aramî û aramiya navçeyê, nîşan da.
Li civînê de ku birêzan Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Wezîrên Pêşmerge û Navxo û hejmarek ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Balyozê Îtalya li Iraqê û Konsolê Îtalya li Hewlêr û hejmarek ji piledar û şêwirmendên Îtalî amadebûn, alîkarî û hemahengiya emnî di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal ya ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê, rewşa dawî ya Iraq û xwepêşandanên Bexda û parêzgehên dinê welat, pêşhatên Sûriye û rewşa navçeyê bi giştî, hate guftûgo kirin.