![](https://presidency.gov.krd/uploads/old_images/2019/12/NB_Balyozi-Nuzilenda-18-12-2019.jpeg)
2019-12-18T08:26:46.000000Z
Berî nîvroya îro çarşem 18/12/2019 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Tredene Dobson Balyoza nû ya Newzlanda(Awistralya) li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna xanima Tredene kir û hêviya serkeftinê li karên wî da xwest. Her wiha her dû alî daxwaza xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera aliyan ya li warên cûda cûda de nîşan de.
Xanima Tredene spas û pêzanînên welatê xwe ji bo rola Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî Da'îş û hewandina koçber û penaberan derbirî û bi kurtî jî di derbarê erkê welatê xwe ya li çarçêweya hevpeymaniya dijî Da'îş xiste rû.
Nirxandina bingeh û derefeta kar û veberhênana biyanî li Herêma Kurdistanê, proseya avadankirina piştî şerê terorê, rewşa koçber û penaberan û çawayiya vegerandina wan ya cihên wan, pêşhatên Iraq û rewşa navçeyê bi giştî, çend mijareke dinê vê hevdîtinê bû.