Di bernameya (El-Muwacehe) ya kanala televîzyonî ya Al-Sharqiya de ku êvara 12/08/2026an hat weşandin, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li ser çendîn mijarên girêdayî rewşa niha ya Iraq û herêmê, bersiva pirsên pêşkêşkarê bernameyê da.
- Silavên Xwedê li we bin.
Ji heftê Cotmehê ve herêm guherînên bilez bi xwe ve dibîne, ev guherîn gelek hevsengiyên hêzê serûbin kirin û rewşeke nû ferz kirin; ji bûyerên Xezeyê bigire heta ya li Sûriyê rû da û pişt re şerê Amerîka – Îsraîl li dijî Îranê...
Di germiya van guherînan de, wusa diyar e ku Iraq li pêşberî rastiyeke nû ye ku nabe bi lojîka "li bendê mayînê" tevger pê re bê kirin. Astengiyên komkirina çekan di destê dewletê de, krîza darayî, berpirsiyariyên siyasî mil bi milê li kêleka guherînên ewlehî û herêmî...
Ev hemû Iraqê rûbirûyî qonaxeke cuda dikin ku pêdivî bi dîtineke zelal û xwendineke hûr heye ji bo wan bûyerên li derdorê diqewimin.
Ji vir ve komek pirsên stratejîk û girîng derdikevin holê:
Gelo Iraq xwedî dîtineke zelal e ji bo paşeroja xwe? Gelo di şiyana wê de heye rûbirûyî astengiyên xwe yên navxweyî bibe û xwe ligel guherînên herêmî û navdewletî biguncîne? Yan dê her di nav bazneya çavdêriyê de bimîne heta ew krîzên dora wê girtine bi dawî bibin? Êdî rewşa Herêma Kurdistanê çi ye? Di bin siya van guherînên herêmê de ku bandora wan li ser wê jî heye, rola wê di nexşandina şêweyê paşeroja Iraqê de çi ye?
Gelek pirs hene ku îro xwe ferz dikin û ya ji bersivdana wan girîngtir ev e ku em bizanibin gelo bi rastî Iraq ji bo qonaxa piştî van guherînan amade ye?
Ev in ew mijarên ku em ê hewl bidin vê êvarê ligel cenabê Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Nêçîrvan Barzanî, gotubêj bikin.
- Dûbare silavên Xwedê li we bin. Dîsa bi xêrhatina cenabê Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Nêçîrvan Barzanî dikin. Gelek bi xêr hatî cenabê Serok...
Serok Nêçîrvan Barzanî: Bi xêr bên.
- Cenabê Serok, di destpêkê de em spasiya te dikin ji bo rexsandina vê derfetê û qebûlkirina vexwendina me. Dibe ku komek pirsên me yên zêde hebin û dibe ku em te biwestînin, lê em hêvîdar in bi dilekî fireh van hemû pirsan wergirî...
Serok Nêçîrvan Barzanî: Bi xêr bên, li ser seran û ser çavan.
- Silavên Xwedê li we bin...
Me di destpêkê de gelek dixwest em bizanibin birêz Nêçîrvan Barzanî di civîna Îdareya Dewletê de behsa çi kiriye, heta em gihîştin komek mijaran ku cenabê we di civînê de anîne ziman û me kirine komek pirs...
Bila em ji pirsa yekem dest pê bikin:
Cenabê we got ku em hemû di nav yek keştiyê de ne û em bi rêz ve li qurbaniyên Heşda Şeabî dinêrin. Lê pirs li vir ev e: Paşeroja komên çekdar (fesail) li Iraqê ber bi kû ve diçe? Hûn çawa li wan dinêrin, gelo cudahiyekê di navbera Heşd û fesailan de dibînin, yan wek yek beş û yek laş li wan dinêrin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Gelek spas ji bo kake Hîşam, bi xêr hatin Hewlêrê. Bêguman ez dûbare dikim, em li Herêma Kurdistanê rêzeke me ya taybet heye ji bo qurbaniyên Heşd û artêşa Iraqê ligel hevkarên wan, Pêşmerge, li Kurdistanê ji bo berevaniya li axa Iraqê. Heşd saziyeke hikûmî ye û li gorî qanûnê hatiye avakirin û dîsan dûbare dikim, rêzeke me ya mezin ji bo qurbaniyên Heşdê heye di ber berevanîkirina ji Iraqê de. Mijara Heşd û fesailan; em gelek caran ku diçin Bexdayê, hema bêje bi berdewamî wê waneyê didin me ku rûn dike ka çi cudahî di navbera Heşd û fesailan de heye, lê di encamê de, çi fesail bin çi Heşd bin, bûdceya wan ji dewleta Iraqê ye û ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tê dabînkirin.
Nêrîna me li ser fesailan, ne mijara dijayetîkirina fesailan e; mijar û pirsa bingehîn ev e ku Iraq ber bi kû ve diçe? Em hemû bi hev re di nav yek keştiyê de ne. Çi li Bexdayê çi li Besrayê û heta digihîje Zaxoyê em hemû bi hev re ne. Nêrîna me ev e ku ew karên van fesailan dikin ne di berjewendiya Iraqê de ne û ne di berjewendiya paşerojeke baş de ne ji bo vî welatî. Ev fesail ji aliyekî ve gefê li cîranên me dikin, bi dronan li welatên Ereb ên birayên me didin; gelo maqûl e hêzek di nav Iraqê de bibe çavkaniya gefê ji bo Urdun, Siûdiye, Îmarat, Qeter û Behreynê û van welatan, û li navxwe jî ji bo Herêma Kurdistanê? Kêşeya me ne mijareke kesî ye ligel Heşdê, nêrîna me nêrînek e di çarçoveya berjewendiya giştî ya Iraqê de. Em di wê baweriyê de ne ku li gorî destûra Iraqê û li gorî wê bernameya hikûmetê ku Serokwezîr Elî Zeydî di dema pêkanîna hikûmetê de pêşkêş kir û tê de bi zelalî hatibû gotin ku divê çek di destê dewletê de be. Pirsa me ev e. Em pê haydar in ku divê ev hêz di bin sîwana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de bin ku Serokwezîrê Iraqê ye, û di bin fermana wî de bin û her çi zû ye çareseriyek ji bo pirsa fesailan bê dîtin. Ez di wê baweriyê de me ku divê fermandarên van hêzan bi xwe bigihîjin xaleke ku: Gelo berjewendiya Iraqê di wê de ye ku ew ev çek li bal wan be û bi daxwaza xwe bi kar bînin? Pirsa mezin li vir çêdibe: Kî li Iraqê hikûm dike? Serokwezîr hikûm dike, yan hêzên siyasî hikûm dikin, yan komek kesên ku ji qanûnê derketine û ya dikin bi rastî ne di berjewendiya Iraqê de ye, gelo ev li Iraqê hikûm dikin?
Em dema ku diçin derve, her carê ji kompanyayên mezin re dibêjin werin li Iraqê veberhênanê bikin. Lê pirsa yekem a her kompanyayekê ku dixwaze bê Iraqê ev e: Gelo ewlehî heye? Maqûl e fesail hinek kompanyayên petrolê li başûrê Iraqê bikin armanc û li wan bidin! Lewma ew kompanya nayên Iraqê.
Nexwe nêrîna Herêma Kurdistanê bi giştî li ser mijara fesailan di çarçoveya xêra Iraqê de ye. Em pê haydar in ku divê em, hemû hêzên siyasî yên Iraqî, piştgiriya Serokwezîr bikin û di ber berjewendiya Iraqê de divê ew qebûl bikin ku çek deynin û werin tevlî pêvajoya siyasî ya Iraqê bibin û tevlî hêzên ewlehî yên Iraqê bibin. Tiştê ku pir pir girîng e ew e ku divê çek tenê di destê hikûmetê de be.
- Cenabê Serok, dibe ku di dema beşdariya te ya di civîna Îdareya Dewletê de te amaje bi wê yekê kiribe, dema li pêşberî amadebûyan pirsek arasteyî birêz El-Zeydî kir û te got: "Gelo te li pêşberî Amerîkayiyan xwe pabend kiriye ku çek tenê di destê dewletê de be?" Li vir pirsek ji bo me çêdibe, herwiha cenabê we amaje bi wê kir ku dibe Iraq ber bi dorpêçbûneke navdewletî ve biçe. Pirs ev e: Gelo agahiya we heye li ser wê yekê ku heke em wek Iraq pabendiyên xwe li hemberî Amerîkayiyan bi cih neynin û çek neyê xistin destê dewletê, gelo Iraq dê rûbirûyî dorpêçbûna navdewletî bibe?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Hêj ez di wê baweriyê de me, yekem nêrîna min ev e ku ev ne pabendî ye li hember Amerîkayê, ev ew pabendî ye li hember Iraqê. Mijara komkirina çekan di destê dewletê de ne pabendiyek e li hember Amerîkayê; çima divê em wusa nîşan bidin ku ev pabendiya Iraqê ye li hember Amerîkayê? Amerîka rojekê hatiye vî welatî û rojekê jî dê vî welatî biterikîne, lê ya li Iraqê dimîne em in, em in ku xelkê Iraqê ne û dimînin. Ev ne pabendiyek Amerîkî ye. Werin bi awayeke din behs bikin; gelo berjewendiya Iraqê di wê de ye ku em hemû çarenivîsa xwe bidin destê hinek xelkên ku ji qanûnê derketine? Herêma Kurdistanê heta niha nêzîkî hezar carî hatiye bombebaran kirin, dev ji Herêma Kurdistanê berde, baregeha Ewlehiya Iraqî li nav Bexdayê bombebaran kirine. Pirs ev e: Sûda vê hêzê ji bo Iraqê çi ye? Dev ji Amerîkayê berde, çima divê em van her du tiştan bi hev ve girê bidin? Amerîka mijareke cuda ye. Amerîka dema sala 2014an hat Iraqê, bi vexwendineke fermî ya Iraqê hat; Iraqê bi nameyeke fermî daxwaz ji Amerîkayê kir ku were di mijara DAIŞê de alîkariya Iraqê bike.
Nêrîna me li Herêma Kurdistanê çi ye? Em spasiya Amerîka û hêzên hevpeymanên Amerîkayê dikin ku di pirsa DAIŞê de alîkariya Iraqê kirin, spasiya wan dikin, spasiya Amerîka û hemû hêzên hevpeyman dikin, lê DAIŞ bi xwîna artêşa Iraqê, bi xwîna Heşda Şeabî û bi xwîna Pêşmerge têk çû. Me hemûyan bi hev re ew kir. Çima me ew kir? Ji bo wê me kir ku paşerojeke baş ji bo nifşê piştî xwe bihêlin, ne ji bo wê me kir ku komek ji qanûnê derketî li vê welatî de hikûm bikin.
Ev mijar, mijara komkirina çekan di destê dewletê de tu têkiliya wê bi Amerîkayê re nîne. Bila ez bêm ser pirsa Amerîkayê; hêzên Amerîkayê li gorî peymanekê ligel hikûmeta Iraqê, xişteyekî demkî ji bo wan hatiye danîn, ku li gorî wî xişteyê Iraqê biterikînin û ew xişte di dawiya meha neh (Îlonê) de bi dawî dibe. Min ew pirs ji Serokwezîr kir di civînê de: "Gelo cenabê we bi wî xişteyî pabend in?" Got: "Belê, em pabend in." Hinek hene wusa hizir dikin ku li gorî peymaneke di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de hêzên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê ne. Na, hebûna hêzên Amerîkayê li Hewlêrê li gorî wê peymanê ye ku hikûmeta federal ligel Amerîkayê kiriye, û Amerîka niha bi xişteya dema xwe pabend e; li gorî wî xişteyî jî heta dawiya meha neh ew hêzên xwe ji Iraqê vedikişînin.
Lê bila ez vê bibêjim û rûyê xeberê min li hemû hêzên siyasî yên Iraqê û li gelê Iraqê be: Bi Xwedê heke Iraq vê kêşeyê çareser neke ku mijara fesailan e, Iraq dê tûşî dorpêçbûna navdewletî bibe û tûşî îzolebûna herêmî jî bibe. Welatên cîranên Iraqê pir dixwazin alîkariya Iraqê bikin, welatên Ereb dixwazin veberhênanê li Iraqê bikin. Ez dizanim ku welatên Kendavê, Îmarat çendî pê xweş e veberhênanê li Iraqê bike, ez dizanim Siûdiye çendî pê xweş e, ez dizanim Qeter çendî hez dike. Lê nabe. Divê em bigihîjin wê encamê. Li bal me Iraq yekem e. Heke ev dirûşma me ku gelek caran behsa wê tê kirin "Iraq Berî Her Tiştî", madem ev dirûşma me hemûyan e, berjewendiya Iraqê ne di wê de ye ku komek ji qanûnê derketî werin û kêşeyê ji Iraqê re çêbikin. Ev mijareke pir girîng e, Serokwezîr bi xwe xwe pabendî vê pirsê kiriye. Destûra Iraqê pir bi zelalî behsa vê kiriye. Cenabê Serokwezîr di pêşkêşkirina bernameya hikûmetê de wek pabendiyek ev aniye ziman û niha pêdivî bi piştgiriya hêzên siyasî heye. Em li Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê ve piştgiriya wê pirsê dikin. Serokwezîrê Iraqê, Serokwezîrê Iraqê ye ji Fawê heta digihîje Zaxoyê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar e ji Fawê heta digihîje Zaxoyê. Li bal me wusa ye, em wusa li vê pirsê dinêrin. Belê, Herêma Kurdistanê çarçoveyeke wê ya destûrî heye, divê rêz li vê çarçoveya destûrî bê girtin û divê ev destûr jî bê cihanîn. Lê belê kake Hîşam, ligel wê jî em di vê mijarê de li wê nanêrin ka berjewendiya vê herêmê di çi de ye, em di vê mijarê de li wê dinêrin ka berjewendiya Iraqê li kû derê ye; û bi cidî jî hez dikin Iraqek be ku hemû pêkhateyên wê hest bi aramî û bi xweşiyê bikin û, gav biavêjin ber bi baştirkirina rewşa jiyana xelkê ku gelê Iraqê hêjayî jiyaneke baştir in ji ya ku niha heye.
- Bêguman cenabê Serok, bi eşkereyî ev hemû yên te kerem kirin di berjewendiya me de ne wek Iraq ku pengavê ver bi wê babetê yan wê projeyê ve bibin. Lê em nikarin vê mijarê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê cuda bikin, çi bi pabendbûn bê yan bi bê pabendbûn, ji ber ku di encamê de darayî û pereyê Iraqê li Amerîkayê ye. Emerîkî bi xwe wek xwediyê keremê dibînin di rûxandina rejîma Seddam û damezrandina pergala nû de. Niha jî bernameya wan heye ku jê re tê gotin "Rojhilata Navîn a Nû", ango kontrolkirina Rojhilata Navîn û danîna nexşeyeke nû. Hemû ev alozî wisa dikin ku berjewendiya Iraqê di wê de kom bibe ku di destpêkê de çek di destê dewletê de bê komkirin, paşê behsa berjewendiyên hevbeş ên di navbera me û Emerîka de bikin. Lê eger çek neyê danîn an di destê dewletê de neyê komkirin, gelo Iraq rastî sizayê Emerîka tê? Gelo dest tê danîn ser pereyên Iraqê? Hemû ev pirs in û têne kirin. Wek Herêma Kurdistanê çi agahî gihîştiye we?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Bi rastî Iraq rewşeke wê ya pir taybet heye. Dema Iraq petrola xwe difroşe, pereyê petrolê rasterast bo wê venagerê, lê diçe Banka Federal li Amerîkayê û ji wê derê ve bo Iraqê tê anîn. Rewşa aborî ya Iraqê di asta herî xirab de ye, eger Tengava Hûrmuzê neyê vekirin û rewşa niha berdewam be, mezintirîn pirsgirêka vê navçeyê rastî Iraqê tê. Derbarê dosyeya komkirina çekan di destê dewletê de, ku min berê jî li ser axivî, bila bêjin daxwazeke Emerîkî ye, lê di rastiyê de berî ku daxwazeke Emerîkî be, divê daxwaziyeke Iraqî be. Dev ji Emerîka berdin û werin ser daxwaziya Iraqî. Ez bi xwe û em jî li Herêma Kurdistanê wisa dibînin ku eger ev mijar neyê çareserkirin, Iraq rastî sizayên navdewletî tê û li ser asta navçeyê tê îhmalkirin û rastî qutbûnê tê ji derdora xwe ya Erebî û herêmî. Ev dîtina min e.
- Baş e, di encamê de te pêwendî ligel hemû aliyên siyasî re heye, bi eşkereyî dema pirsa te dikim, piraniya aliyên siyasî rêzeke temam ji te re digirin. Gelo agahî gihîştiye te ku komên çekdar amade ne? Hinek dibêjin ev dosye mijarek nîne bo gotûbêja navxweyî, hinekên din ber bi arasteyeke din ve diçin û dibêjin ev mijar bi Îranê ve girêdayî ye, ji ber vê yekê eger em bixwazin çekan di destê dewletê de kom bikin û koman hilweşînin, divê ligel aliyê Îranî li ser maseya gotûbêjê rûnên, gelo ev rast e?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ez bawer im ku ev mijareke bi temamî Iraqî ye. Divê em vegerin û bibêjin karê me yê yekem divê destnîşankirina wê be ka berjewendiya Iraqê li kû derê ye. Berjewendiya Iraqê di wê de ye çek tenê di destê dewletê de be. Lê derbarê mijara Îranê de, ji bo ku eşkere bikim, di serdana min a dawî de bo Tehranê, min li ser vê mijarê bi Îraniyan re axivî, ji ber ku em di hemû geştên xwe yên bo derve de hevahengiyê ligel Bexda û bi taybet ligel Serokwezîr dikin, ev mijar jî yek ji wan mijarên bû ku Serokwezîr daxwaz kir ez bînim ziman. Li Tehranê ligel berpirsên Îranî min li ser vê mijarê axivî û dixwazim bi eşkereyî bibêjim ya min bi eşkereyî ji berpirsên Îranî bihîst, ji min re gotin: Ji Serokwezîr Zeydî re bêje em amade ne alîkariyê bikin di vê mijarê de. Min jê re got: Gelo ev helwesta we ya fermî ye? Gotin: Belê, ev helwesta me ya fermî ye.."
- Kê ev ji te re ragihand? Pezişkiyan?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Naxwazim bibêjim kê ji min re got, lê ew berpirsên Îranî bûn ku berpirsiyariya vê dosyeyê di destê wan de ye.
- Ew berpirse di dosyeya Iraqê de...
Serok Nêçîrvan Barzanî: Berpirsê dosyeyê du caran tekez kir û got ji Zeydî re bêje. Ji ber ku min derbarê vê dosyeyê de axaftina xwe ligel kir, min got eger hûn dikarin di vê dosyeyê de alîkariya me bikin, em jî li Iraqê wek cîran li bendê ne ku hûn alîkariya me bikin. Ez wisa dibînim ev di berjewendiya Îranê de ye jî ne tenê Iraqê. Berjewendiya Îranê li Iraqê çi ye? Bazirganiya me ya niha li Iraqê ligel Îranê, ji bilî mijara gaz û tiştên din, nêzîkî 12 milyar dolar e û bo me baştir e ku pêwendiyên me yên aborî bihêztir bibin. Paşê li vir pirsek cidî derdikeve holê eger ev komên çekdar ji xwe bipirsin: sûdê van karên ku li Iraqê dikin çi ye? Heta ew drone-yên di destê wan de çi sûdê wan heye? Eger bi aqilane bifikirin, binêrin wan çi bi dest xistiye û çi armanceke mezin pêk anîne? Tu tişt, ji bilî wê ku ziyan dane navûdengê Iraqê û ziyan gihandine gelê Iraqê. Bi berdewamiya wan, ziyan mezintir dibin. Eger mijar Îran be jî, wek ku min niha behs kir, ez yek ji wan bûm ku li ser daxwaza Serokwezîr ev dosye ligel Îraniyan gotûbêj kir dema vê carê çûm wir.
- Nexwe Îraniyan amadebûna xwe nîşan daye bo alîkariya Zeydî..
Serok Nêçîrvan Barzanî: Bi eşkereyî, carekê min pirsî û du caran bersiva min dan bo ku ez piştrast bim. Di cara duyem de dîsa gotin ji Serokwezîr, Elî Zeydî re bêje em amade ne alîkariyê bikin.
- Bi eşkereyî...
Serok Nêçîrvan Barzanî: Bi temamî eşkereyî.
- Dîrokê em fêrî wê yekê kirine ku di her qonaxekê de serhildêr hene, heta li hemberî biryar û peymanan jî...
Serok Nêçîrvan Barzanî: Tam wisa ye.
- Ev dîrok e...
Serok Nêçîrvan Barzanî: Rast e.
- Di rewşeke de eger hinek ji koman serhildan bikin û çekên xwe radest nekin an çek di destê dewletê de neyê komkirin, ev pirsa dibe ku min bibe ber bi pirsîna li ser daxwaza El-Zeydî di civîna rêvebirina dewletê de, dema daxwaza destûrê ji serkirdeyên welat li amadebûyan kir bo rûbirûbûnê di yekem roja meha (10)an de, eger kom nexwazin çekên xwe radest bikin. Li gorî bihîstiyan û wan agahiyên ku gihîştine destê me, we destûr daye El-Zeydî di vê mijarê de. Gelo ev rast e?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Di rastiyê de di civînê de me pêşniyar kir desthilat bê dayîn Serokwezîr Zeydî û, nêzîkî lihevkirineke giştî hebû di civînê de.
- Lihevkirina giştî?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Belê lihevkirin. Daxuyaniyeke zelal jî me derbarê vê mijarê de derxist. Hemû hêzan pabendbûna xwe bo piştgirîkirina Serokwezîr anîn ziman. Lê ez bi xwe wisa dibînim niha û berî çûna nav her rûbirûbûnekê pêwîstî bi diyalogê heye ligel wan û, bingehê vê diyalogê jî xalek sereke be ew jî: berjewendiya Iraqê di vê mijarê de li ku ye?
Mijar ew nîne ku em hez bikin rûbirûbûnê bikin, tu kes hez nake û divê em wê qonaxê derbas bikin ku kes hebin bixwazin Şîe bi Şîe bixin û Kurd bi Kurd bixin, an pirsgirêk di navbera Kurd û Şîe û, di navbera Sunne û Şîe de hebe. Berjewendiya me hemûyan li Iraqê divê yek be. Ez wisa dibînim ji vir ve û di demeke nêz de, pêwîstiya me bi diyalogeke eşkere û zelal û bê komplîman heye ligel van koman. Heta cihê ku ez agahdar im, hinek ji yên ku çek di destê wan de bû têgihîştina wan bo rewşê hebû û amade bûn dest ji çekê berdin. Lê yên din divê yekser diyalogeke cidî ligel bê kirin, diyalogeke cidî bo cîbicîkirina bernameya hikûmeta Iraqê. Ew jî bi dilniyayî beşek in ji vê bernameyê û ji berjewendiyên Iraqê. Di rewşa ku eger ev rû nede, ez wisa dibînim vebijarkên din ên li ber Iraqê gelek sînordar dibin. Dema ku ewqas pêwendiya wê bi me ve heye li Herêma Kurdistanê, em piştgiriyê didin bernameya hikûmetê û, piştgiriyê didin pêwîstiya komkirina çekan di destê dewletê de û, piştgiriyê didin hikûmeta Iraqê.
- Cenabê Serok, em hêvîdar in em nekevin vê qonaxê, qonaxa rûbirûbûn û şer, lê we destûr daye El-Zeydî ku heke hinek kom li hemberî biryara radestkirina çekan serî hildin, hikûmet bi hêzên xwe yên ewlehiyê rûbirûyî wan bibe. Gelo hûn piştgiriya vê biryarê dikin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Bila ez vê bibêjim: Hemû hêzên siyasî gotin piştgiriyê didin Serokwezîr. Divê em hemû piştgiriyê lê bikin, ji ber ku mijar kesane nîne, mijara Elî Zeydî nîne wek Serokwezîr, lê belê mijar hemû hêzên siyasî yên Iraqê digire nav xwe, lê ew niha vî barê giran li ser milê wî ye ji ber ku ew Serokwezîrê Iraqê ye. Ewqas ku pêwendiya wê bi me ve hebe wek hêzên siyasî yên Iraqê bi hemû pêkhateyên xwe ve ji Kurd, Sunne, Tirkmen, Mesîhî û Êzdî, divê em piştgiriyê bidin Serokwezîr, ji ber ku mijar kesane nîne, lê belê di encamê de berjewendiya Iraqê ye.
- Cenabê Serok, madem em behsa mijara komkirina çekan û wan bûyerên ku di demên borî de qewimîne dikin; li gorî nûçeyên tên belavkirin, Herêma Kurdistanê rûbirûyî zêdetirî hezar êrîşên mûşekî û dronan bûye. Lê di encamê de heta vê gavê jî, ew aliyê ku Herêma Kurdistanê bombebaran dike ne diyar e û tu daxuyaniyeke eşkere ji bo wê nîne. Pirs sade ye: Ew aliyê ku Herêma Kurdistanê bombebaran dike kî ye?
Serok Nêçîrvan Barzanî:Di rastiyê de mijar zelal e û nediyar nîne. Hûn dizanin ev pirs gelek tê dubarekirin. Dema Herêma Kurdistanê bombe dikirin, ji me re digotin belge û agahiyan bidin me ji ber ku em nizanin kî dike. Cîhana îro gelek pêşketîtir e ji van gotinan. Dema li her cihê Iraqê bombebaran tê kirin, gelek bi zelalî diyar e ji ku ve û li ku hate bombebarankirin, teknolojî û peyk çavdêriya her tiştî dikin û her tişt tê zanîn. Mijar pêwîstiya wê bi hemû vê yekê nîne. Ewên ku Herêma Kurdistanê bombe kirin komên diyarbûyî ne û piraniya kiryarên bombebaranê ji navxwe ya Iraqê ve bûn û hinek jî di heyama 40 rojên şer de ji Îranê ve hatine kirin..
- Ew êrîşên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin ji kû derê tên? Ji kîjan herêmê?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ji Mûsilê, ji Diyalayê, ji parêzgeha Selahedînê, ji Kerkûkê û ji Telaferê jî.
- Ev tê wê wateyê ku divê hûn bizanibin kî desthilatdar e li ser wan herêman, ji ber ku yê kontrola wan deran di destê wî de be, ew bombebaranê dike...
Serok Nêçîrvan Barzanî: Agahiyên 100% piştrastkirî hene. Mesele ne ew e ku em wan nas nakin, em heta wan yekîneyan (yekîneyên serbazî) jî nas dikin ku van karan dikin. Agahiyên me li ser van hemûyan hene û agahiyên hûr in...
- Nexwe çima hûn ligel serokên van koman napeyivin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Em ligel Serokwezîr diaxivin, em ligel Serokwezîrê Iraqê diaxivin û ligel hêzên siyasî yên Iraqê diaxivin. Heke derfet hebe em amade ne ligel koman jî biaxivin. Lê ew bê guman xwe ji dîtina me vedişêrin. Lê heke em karibin bi hev re rûnên, bi hemû zelalî û eşkereyî em ê ligel wan biaxivin. Di dema xwe de min ligel hinek ji wan li ser van mijaran axiviye, rûbirû min bi hinek ji wan koman re peyivî, bê guman berî van bûyeran.
- Nexwe cenabê Serok, niha bombebaran yan êrîş dibe ku sekinî bin. Di van rojên dawî de me êrîş li ser Herêma Kurdistanê nedîtine, ne bi dron û ne bi mûşekan. Gelo ev ji ber peyman an nîv-peymana di navbera Îran û Amerîkayê de ye? Heke şer dîsa dest pê bike, gelo dê Herêma Kurdistanê dîsa bibe armanc? Çima Herêma Kurdistanê dibe armanc? Ev ew pirs e ku em li bersiva wê digerin: Çima Herêma Kurdistanê?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ev bi rastî li bal me jî pirsan çêdike: Çima Herêma Kurdistanê dibe armanc? Em wek qewarekê (statu) ne beşek in ji şer û Hewlêr, Silêmanî û Dihok beşek in ji Iraqê. Li şûna ku ev pirs ji me bê kirin, ez vê pirsê ji serokatiya van "ji qanûnê derketiyan" dikim û ji wan re dibêjim: "Ji kerema xwe, gelo hûn dikarin sedema wê ji me re bibêjin ku çi we pal dide (teşvîq dike) ji bo hedefgirtina Herêma Kurdistanê?" Wek min berê jî got, heke mijar bi Amerîkayê re têkildar be, Amerîka li gorî xişteya dema xwe vedikşe. Heke hebûna Amerîkayê li ser bingeha peymanekê ligel hikûmeta Iraqê be ku tu destê Herêma Kurdistanê tê de nîne (bi biryara Bexdayê ye), pirs ev e: Çima Herêma Kurdistanê dikin armanc? Gelo em ne Iraqî ne? Gelo em ne mirov in ku li vê welatî dijîn? Gelo ew welatiyê li Herêma Kurdistanê dijî ne welatiyekî Iraqî ye? Gelo bi pasaporta Iraqî geşt nake? Em Iraqî ne û ev jî tê wê wateyê ku ya li hemberî Herêma Kurdistanê dikin, ne tenê li dijî Herêma Kurdistanê ye, lê belê hemû Iraqê bi hemû pêkhateyan ve dike armanc. Ez nizanim ew di nav Iraqiyan de propagandaya çi dikin dema ku îdîa dikin ku ew "Bereya Berxwedanê" (Muqaweme) ne. Berxwedan li dijî kî? Ez nizanim. Ya ku dikin ziyanê digihîne hemû Iraqê. Tevahiya Iraqê ji reftarên wan zirarê dibîne û Herêma Kurdistanê jî wek beşek ji Iraqê zirarê dibîne.
- Niha "Muqaweme" dema êrîş dike, ziyanê nade hebûna Amerîkayê, lê bandoreke xirab li ser Iraqê çêdike...
Serok Nêçîrvan Barzanî: Bê guman! Nexwe bila yek ji armancên xwe ji min re bibêjin. Bila werin em rûnên da ku bizanibin bandora wan çi bûye li ser wê peymana ku Amerîka bi sedema wê li Hewlêrê heye. Bawer bike, wan tu bandor li ser Amerîkayê çênekiriye, lê kêşe ji bo Herêma Kurdistanê çêkirine. Kêşeyên aborî ji bo Herêma Kurdistanê çêkirine, sektorên aborî yên Herêma Kurdistanê kirine armanc û jêrxana aborî ya Herêma Kurdistanê bombebaran kirine, ku jêrxana aborî ya Iraqê ne, lê ji ber ku li Herêma Kurdistanê ne li wan didin. Tu tişt bi dest nexistine. Dema ku komek dirûşmên mezin bilind dikin û qiseyên mezin dikin, lê di encamê de dema tu lê hûr dibî û lêkolîn dikî, tu nabînî ku karibibin tu tiştî bikin, wekî ku dawî li Amerîkayê bînin. Ez bi xwe tu destkeftiyekê ji bo wan nabînim.
- Cenabê Serok, heke "Muqaweme" xizmeta armancên Iraqê nake, nexwe xizmeta armancên kî dike?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Vê pirsê ji wan bi xwe bipirse, ji Bereya Berxwedanê bipirse da ku em ji wan bizanibin xizmeta kî dikin. Ya ji bo min girîng e ev pirs e: Gelo ev xizmeta berjewendiyên Iraqê dikin? Bersiv jî "Nexêr" e.
- Nexwe hebûna "Muqaweme" tu sûda wê nîne?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Na bi Xwedê, tu qezanca wê nebûye. Kîjan berxwedan? Bi rastî li dijî çi berxwedanê dikin?
- Amerîka...
Serok Nêçîrvan Barzanî: Amerîkayê bi xwe biryara çûnê daye. Amerîkayê biryar daye ku vedikişe û qediya. Wek min amaje pê kir, Amerîka ji bo alîkarîkirina Iraqê li dijî DAIŞê hat vî welatî û erka Amerîkayê di meha neh de bi dawî dibe, lewma tu hincet nîne. Bi rêz ve, heke navê xwe dikin "Muqaweme", tu hincet nîne çek di destê van koman de be û bi daxwaza xwe û "bi xorayî" (bêheq) kêşeyê ji bo vê welatî çêbikin.
- Xizmeta berjewendiya Iraqê nakin...
Serok Nêçîrvan Barzanî: Nexêr, tu demekê.
- Gelo îhtîmal heye ku xizmeta berjewendiya kesên din bikin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Li gorî ya ez dibînim, nexêr. Li gorî dîtina min, heke kesek pê haydar be ku ev alîkarî yan xizmeta berjewendiyên welatên din dikin, berevajî vê yekê, ziyanên wan ji qezancên wan pirtir in.
- Em gihîştin xalekê ku mijara têkiliyên ligel Bexdayê ye. Ez dibînim ku hûn geşbîn in li hemberî birêz El-Zeydî û gavên wî derbarê bernameya hikûmetê û cîbicîkirina wê. Lê dosyeyeke aloz li pêşiya me ye, ew jî têkiliya navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ye. Em hîn bûne ku her serokwezîrek di destpêkê de tê, geşbîniyek heye, pişt re hêdî hêdî nakokî zêde dibin heta dawiya hikûmetê, pişt re em dîsa her carê ji serî ve dest pê dikin. Gelo bi rastî cidiyeteke rasteqîn heye ji bo dawîanîna li van nakokiyan û avakirina têkiliyekê li gorî destûr, peyman û biryaran? Yan bi dawîbûna hikûmetê re em ê dîsa paşveçûna vê têkiliyê bibînin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ev pirs bi rastî pir girîng e. Bi rastî ev pirs ligel destpêkirina her kabîneyeke nû ya hikûmetê derbarê têkiliya navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê derdikeve holê. Di destpêkê de "meha hingivînî" heye û pişt re tişt têk diçin. Lê bila ez bi şêweyekî din bînim ziman. Ez ne di wê baweriyê de me ku cewhera kêşeyê di kesên de be; cewhera kêşeyê di kesekî diyarkirî de nabînim. Bo nimûne, ez niyeta Serokwezîr ji bo çareserkirina kêşeyên Iraqê wek niyeteke pir baş dibînim û hest dikim ku bi rastî dixwaze kêşeyên Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê çareser bike. Lê cewhera kêşeyê li kû derê ye? Cewhera kêşeyê di wê de ye ku me piştî sala 2003yan pênaseya sîstemekê li Iraqê kir bi navê "Iraqa Federal a Demokratîk". Pirsa cewherî di têkiliyên Hewlêr û Bexdayê de li vê xalê de diyar dibe: Gelo Iraq bi rastî Iraqeke federal a demokratîk e? Yan Iraqeke navendî (merkezî) ye? Kêşeya mezin ji vir dest pê dike. Dema Bexda li Hewlêrê dinêre, nêrînek li Bexdayê heye ku dibêje Herêma Kurdistanê wek qewareyeke federal tevnegerî, lê wek qewareyeke konfederal yan serbixwe tevdigere. Bila em realîst bin; ew şêwazê ku Bexda ligel Herêma Kurdistanê reftarê pê dike, ji hemû sîstemên merkezî navendîtir e. Cewhera kêşeyê ji sala 2003yan ve heta niha ev e ku em negihîştine vê xala dawiyê ku gelo Iraq merkezî ye yan federal e. Sîstema Iraqê û destûra Iraqê ya ku 80%ê Iraqiyan deng dayê, dibêje Iraq federal e. Heta ku ev nakokî ligel Bexdayê di rêya rûniştina li ser maseya diyaloga birayane de çareser nebin, em dibêjin sîstema me federal e. Sîstema federal tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku wek Iraqî mafê me heye û erk (wezîfe) li ser milê me hene, bi wî şêweyî ku em beşek in ji Iraqê. Ya ku Herêma Kurdistanê dixwaze ne zêdetir e ji cîbicîkirina vê destûrê. Niha Bexda li gorî qanûnê reftarê ligel me dike, lê ev qanûn vedigerin kîjan demê? Bo nimûne, qanûnên darayî yên Iraqê hemû vedigerin serdema berî sala 2003yan. Qanûnên çandiniyê yên Iraqê jî bi heman şêweyî. Ev qanûn asteng in li pêşiya cîbicîkirina vê sîstema federal. Li gorî sîstema federal, em di çarçoveya Iraqê de ne û divê kêşeyên me di nav çarçoveya Iraqê de bêne çareserkirin. Bexda kûrahiya stratejîk a Kurd û Kurdistanê ye. Herêma Kurdistanê qewareyek e ku li gorî destûra Iraqê hatiye naskirin û divê kêşeyên wê li gorî destûrê bêne çareserkirin. Lê ev xelek (lînk) niha di têkiliyên me û Bexdayê de winda ye. Divê ev bê çareserkirin. Çima çareserkirina vê mijarê girîng e? Di warê siyasî de em Iraqeke aram ji bo hemû pêkhateyan dixwazin û paşerojeke baş ji bo Iraqê dixwazin. Kilîta çareseriyê ji bo Iraqeke yekgirtî ya bêkêşe ligel xwe û cîranên xwe, çareserkirina kêşeyan e ligel Herêma Kurdistanê li gorî destûrê û ji bo berjewendiya hemû Iraqê. Ez niyeta Serokwezîr Zeydî wek niyeteke pir baş dibînim. Ev nayê wê wateyê ku niyeta serokwezîrê berê xirab bûye, lê ez dibînim ku heta niha jî li Bexdayê ev xal nehatiye fêmkirin. Divê em tiştan zelal bikin, ji ber ku piştî 23 salan em hîn jî daxwaza Iraqeke federal dikin. Lê bila em rûniştineke cidî bikin û binihêrin: Gelo ev Iraq federal e? Bi Xwedê ne federal e! Ya ku îro li bal me heye, wek metela Kurdî dibêje "di qutiya tu etarekî de nîne", sîstemeke ecêb e; ne merkezî ye ne federal e, heta em bi xwe jî nazanin çi ye. Kêşe ev e...
- Cenabê Serok, hesteke wusa li bal me çêdibe ku her du alî bi vê têkiliya niha ya heyî rehet in. Heta niha ne Herêma Kurdistanê ber bi avakirina vê bingehê ve gavê diavêje û ne jî Bexda ber bi vê aliyê ve diçe. Ya ku we behs kir ne tenê xelekeke sereke ye, lê bingeha sereke ye ji bo avakirina vê têkiliyê. Di encamê de, ya ku we heta vê gavê ji El-Zeydî hest pê kiriye rastgoyî ye, lê gelo îradeya siyasî ya aliyên din heye yan na?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Min ev pirs bi eşkereyî di çarçoveya "Hevahengiya Şîe" (Çarçoveya Hevahengiyê) de kir. Bi rastî ez wusa dibînim ku rast e divê em ligel Serokwezîr gotubêj bikin, lê ewên ku zêdetir bi vê mijarê re têkildar in, ew in ên ku di nav "Çarçoveya Hevahengiyê" de kom bûne û divê ligel wan bê gotubêjkirin. Me ligel wan jî gotubêj kir. Piştî sala 2003yan heke tu binihêrî wan qonaxên Iraq tê de derbas bûye, tu dibînî ku Iraq di qonaxên pir giran re derbas bûye; ji kêşeyên navxweyî heta şerê DAIŞê ku "yaxeya Iraqê girtibû" (Iraq diçengand). Ev bû sedem ku karên pêşîn hinekî biguherin. Lê ez di wê baweriyê de me ku piştî van hemû qonaxan, qonaxa ku em niha gihîştinê, qonaxa çareserkirina vê kêşeyê ye. Rewşa niha destûrê nade me ku em hincetan bînin, wek şerê DAIŞê û şerê dijî terorê û tiştên wusa. Niha dema wê hatiye ku em li ser rêyekê bifikirin ji bo çareserkirina van kêşeyan. Çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, heke ev çareserî pêk bê, Iraq dê bikeve qonaxeke nû, qonaxeke gelek baştir di warê siyasî û aborî de. Lewma em ê di hewildanên xwe de ligel birayên xwe li Bexdayê berdewam bin. Di her rewşê de, siyaseta Herêma Kurdistanê çareserkirina van kêşeyan e di rêya diyaloga ligel Bexdayê de.
- Dibe ku pêdiviya me bi hikûmetekê hebe ku dirûşma "têkiliya ligel Herêma Kurdistanê" bilind bike, da ku bibe karê wê yê yekem. Ji ber ku hikûmeta niha dirûşma "komkirina çekan di destê dewletê de" bilind dike û ev karê wê yê pêşîn e. Hikûmeta berî wê dirûşma xizmetguzariyan û ya berî wê jî bi heman şêweyî... Lewma pêdiviya me bi hikûmetekê heye ku dirûşma têkiliya ligel Herêma Kurdistanê bilind bike û ez di wê baweriyê de me ku ev dê bibe mijara wê ya sereke.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Komkirina çekan di destê dewletê de, beşek e ji çareserkirina pirsgirêka bi Herêma Kurdistanê re. Lê nerîna min ew e ku divê em bigihîjin têgihiştineke hevpar ji bo berjewendiya Iraqê, çunke Iraq tu berjewendiya wê tê de nîne ku em berdewam bin li ser gotina ku pirsgirêk di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene. Divê ev dosye li gorî destûrê bê çareserkirin.
- Em hêvîdar in weha be, lê ew aliyên siyasî yên ku niha li Iraqê hene, tohmetan belav dikin. Krîza baweriyê jî heye. Ev aliyên siyasî, spas ji Xwedê re, heta niha tu tohmetek ji bo Herêma Kurdistanê nîne û rewş baş e, û her kes di civîna Îdareya Dewletê de bêyî tu tohmetekê rûniştin. Lê ev aliyên siyasî bi xwe cûrbecûr tohmetan arasteyî Herêma Kurdistanê dikin, ev jî ji krîza baweriyê ya di navbera aliyên siyasî û Herêma Kurdistanê de serçavê digire. Em nizanin çi navî lê bikin, lê rastiyeke siyasî û krîzek di navbera we û aliyên siyasî de heye, mebesta min hinek ji serkirdeyên Çarçoveya Hevahengî ya Şîe ne. Belgeya vê jî ew tohmetên zêde ne ku em dibîstînin; ji wan bo nimûne tê gotin ku baregeha Mosada Îsraîlî li Hewlêrê heye, Hewlêr penayê dide terorîstan û Hewlêr hevkarî bi Bexdayê re nake. Hemû ev tohmet ji aliyê serkirdeyên siyasî ve tên gotin. Ev jî qebareya krîzê îspat dike. Bersiva te bo van tohmetan çi ye?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Di rastiyê de ev tohmet tu bingeha wan nîne. Mebesta min ew e ku ya tê gotin tu bingeha wê nîne. Yekem, mijara peywendiyên derve di nav desthilatên taybet ên Bexdayê de ye û em gavan di çarçoveya siyasetên Bexdayê de diavêjin, ev ji aliyê peywendiyan ve. Lê derbarê mijara hevahengî û danûstandinê de, hevahengiya me ya herî baş bi artêşa Iraqê re heye û di warê peywendiyên îstîxbaratî de, peywendiya herî baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye. Gava ez dibêjim Hewlêr, mebesta min hemû Herêma Kurdistanê ye. Peywendiya me ya herî baş bi Bexdayê re heye di mijara pevguhertina agahiyên îstîxbaratî de. Li wan deverên ku dikevin navbera Herêma Kurdistanê û deverên din ên Iraqê de, hevahengiya herî baş di navbera me û artêşa Iraqê de heye. Derbarê tohmetbaran de jî, hevahengiyeke gelek baş di navbera wezareta me ya navxwe û wezareta navxwe ya Iraqê de heye. Di rastiyê de ev mijarên ku behsa wan tê kirin, eger bên gotin jî, bi tu awayî bingeha wan nîne. Li şûna ku em van tiştan bi rêya ragihandin û torên civakî bibîstînin - bi mebesta çêkirina pirsgirêkên civakî di navbera deverên cuda yên Iraqê de - bi dîtina min çêtir e ku bi me re li ser biaxivin. Em amade ne û vekirî ne ji bo axaftina li ser yek bi yekî van hemû dosyeyan.
- Nexwe ev tohmet pûç in û ji nakokiyên siyasî serçavê girtine?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Sedî sed pûç in.
-100%?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Belê, 100% pûç in.
- Ji nakokiyên siyasî serçavê girtine. Nexwe aliyên siyasî çi ji Herêma Kurdistanê dixwazin? Hinek ji aliyên Çarçoveya Hevahengiyê çi ji Herêma Kurdistanê dixwazin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Vê pirsê ji wan bipirse.
- Bêguman Xwedê kiribe qismet ez ê jê bipirsim.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Vê pirsê arasteyî wan bi xwe bike. Wekî ku min berê jî ji te re got, em xwe wek beşek ji vê welatî dibînin û xwe wek beşek ji tevna civakî ya Iraqê dibînin. Ji aliyê siyasî ve em di hikûmetê de beşdar in, di hikûmeta Bexdayê de, û em di parlamena Iraqê de beşdar in. Em dixwazin di saziyên Iraqî de beşdar bin, tevî ku rêjeya Kurdan di saziyên Iraqî de kêm e. Ya ku em xwe tê de dibînin ew e ku em xwe wek beşek ji vê welatî dibînin, stratejiya me pir zelal e û em dixwazin pirsgirêkên xwe di hundirê Iraqê de çareser bikin.
- Yek ji krîzên din, cenabê Serok, krîza darayî ye. Her kes behsa wê krîza darayî dike ku Iraq tê re derbas dibe, krîzeke pir metirsîdar e. Girtina Tengava Hurmuzê û bandorên wê yên navdewletî û nebûna dahatê ji bo dewletê, dilgiraniyek li cem her kesî çêkiriye, çi welatî bin û çi jî siyasetmedar û serkirdeyên welêt bin. Gelo tirsa we ji kûrbûna vê krîzê heye? Herêma Kurdistanê bêyî krîzê jî bi destê krîza darayî ve dinale, nexwe dê di bin siya vê krîzê de çawa be?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Diyar e di encama wê krîza ku di şerê navbera Amerîka û Îsraîlê ji aliyekî ve û Îranê ji aliyê din ve çêbû, di rastiyê de Iraq zerermendekî mezin ê vê şerî ye. Iraq ji ber du pirsgirêkên mezin dinale: Yekem ew e ku kerta giştî li Iraqê û yên ku wek mûçexurên Iraqê tên naskirin hejmara wan pir zêde ye. Hikûmet mehane herî kêm pêdiviya wê bi 6 heta 7 milyar dolarî heye tenê ji bo ku bikaribe mûçeyan bide, ev ji bilî pereyê veberhênanê û tiştên din. Rêya hinartina nefta Iraqê jî hemû di Tengava Hurmuzê re diçe. Ev pirsgirêka Tengava Hurmuzê wisa kiriye ku Iraq îro di qonaxekê de derbas bibe ku pêdivî ye hemû hêzên siyasî yên Iraqê hest bi berpirsiyariyê û metirsiya vê rewşê bikin. Rewşa aborî ya Iraqê pir xirab e. Birêz Serokwezîrê Iraqê rewşa darayî ya Iraqê ji bo hemû amadebûyên civînê ronî kir, behsa yedeka Iraqê û bernameya Iraqê kir. Di rastiyê de em hêvîdar in krîza niha nebe krîzeke civakî. Divê hemû hêzên siyasî yên Iraqê alîkariya hikûmeta Iraqê û serokwezîr bikin da ku em bikaribin ji vê qonaxê derbas bibin. Ev qonaxek e ku ez ji aliyê aborî ve pir metirsîdar dibînim. Loma berjewendiya Iraqê di bidawîhatina şerê li herêmê de ye di nêzîktirîn dem de û di dubare vekirina Tengava Hurmuzê de ye da ku Iraq bikaribe nefta xwe ji bo derve hinarde bike. Derbarê Herêma Kurdistanê de, em amade ne ji bo her cure hevkarî û piştgiriyekê, lê ev çareserî demdirêj in. Eger Iraq bixwaze xeteke boriyê di rêya Herêma Kurdistanê re bikişîne, em pêşvaziyê lê dikin û amade ne ji bo hevkariyê di vê mijarê de, û eger bixwazin ji bo Sûriyê jî veguhêzin em amade ne. Lê ev hemû çareseriyên demdirêj in; çareseriyên bilez dibe ku komek çareserî bin ku pêdivî bi wê heye hemû hêzên siyasî yên Iraqê piştgiriyê bidin serokwezîr û berpirsiyariyê hilgirin.
- Ev tiştê ku em hêviya wê dikin e, ku her kes berpirsiyariyê hilde ser milê xwe. Helwestên Herêma Kurdistanê zelal û diyar in, bi taybetî piştî lihevkirina dawî ya ji bo zêdekirina hinartina neftê bi rêya boriyên wê re. Em hêvîdar in çareseriyên bilez hebin çunke çareseriyên demdirêj di vê mijarê de alîkariya Iraqê nakin. Cenabê Serok, di heman warî de em behsa Sûriyê û derketina neftê bi rêya Banyasê dikin. Serdaneke we ya girîng ji bo Sûriyê hebû ku tê de we bi Serokê Sûriyê, Ehmed El-Şera re civînek pêkanî. Hinek dibêjin di dema serdanê de we peywendî bi birêz Elî El-Zeydî re hebû û we nerînên birêz Elî El-Zeydî û hinek hûrgulî gihandine. Lê ev agahî li cem me hene û hûrgulî li cem me nînin ka di wê civînê de çi qewimî û girîngtirîn lihevkirin û gotûbêjên ku we bi Serok Ehmed El-Şera re kirin çi bûn?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Di rastiyê de bi şexsî berî vê serdana min a ji bo Sûriyê, çend caran li Tirkiyê min cenabê Serok Ehmed El-Şera dîtibû û daxwaz ji me kiribû ku em serdana Sûriyê bikin. Serdana me ya ji bo Sûriyê bi hevahengî û lihevkirineke tam bi Serokwezîr Elî Zeydî re li Bexdayê bû. Ne tenê bi birêz Serokwezîr re, lê berî vê geşta min min hevahengî bi hêzên siyasî yên Iraqê re jî kiribû. Rast e serdana min a Sûriyê wek Serokê Herêma Kurdistanê bû, lê di heman demê de wek berpirsekî Iraqî jî bû. Civîna me bi cenabê Serokkomarê Sûriyê re pir baş bû. Sûriye berî her tiştî cîranê me yê li Iraqê ye û ji bo me pir girîng e ku ev welat bigihîje aramî û seqamgiriya siyasî û aborî. Di rastiyê de em weha dibînin ku piştî rûdanan û piştî hilweşandina rejîma berê, cenabê Serokkomarê Sûriyê bi şêwazekî plansazkirî û rêkxistî hewl dide Sûriyê ji vê qonaxê ber bi qonaxeke baştir ve bibe. Em pê bawer in ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve hêjayî jiyaneke baştir in û em dibînin ku ev derfet ji bo gelê Sûriyê di cenabê Serokkomar Ehmed El-Şera de berçav dibe, ku dixwaze Sûriyeyeke seqamgir û avadan ava bike û paşerojeke baştir ji bo welatê xwe dabîn bike.
Ji aliyê din ve, me tekezî li ser hinek xalan kir. Yekem ew e ku em li Iraqê dixwazin sînorên me parastî bin, sînorê navbera Iraq û Sûriyê aram, parastî û bê pirsgirêk bin. Ji aliyê aborî ve me tekezî li ser wê kir ku em li Herêma Kurdistanê û Iraqê peywendiyên aborî yên baştir di navbera Iraq û Sûriyê de dixwazin, û Serokkomarê Sûriyê jî bi peroş ve dixwaze ev peywendî pêş bikevin. Ji aliyê din ve me tekez kir ku Herêma Kurdistanê roleke alîkar dibîne di çareserkirina pirsgirêkên wan de, wek wan pirsgirêkên ku di navbera wan û HSD'ê de hene di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de. Em ji bo vê amade ne, berê jî rola me di çareserkirina wê pirsgirêkê de hebûye. Me ji bo cenabê Serokkomarê Sûriyê dûpat kir ku em amade ne her hewldanekê bidin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan. Ya ku min hest pê kir ew e ku prose bi şêweyekî pir baş di navbera Şam û HSD'ê de bi rêve diçe û Serokkomar di çareserkirina van pirsgirêkan de di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de cidî ye.
Sûriye cîranê me ye û gelê Sûriyê di rojên dijwar de hevkariyeke zêde pêşkêşî me kiriye. Em pir peroş in ku Sûriye paşerojeke baş ji bo hemû pêkhate û neteweyên cuda hebe, loma em piştgiriya vê pêvajoyê dikin. Di dema vegera min de jî derbarê vê mijarê de min peywendî bi Serokwezîrê me, Zeydî re kir. Em hêvîdar in di paşerojê de birêz Serokwezîr serdana Şamê bike û em hêvîdar in cenabê Serokê Sûriyê serdana Iraqê bike û wek du cîranan em van peywendiyan ber bi pêş ve bibin.
- Cenabê Serok, dibe ku yek ji gotûbêjan peywendîdarî Kurdên Sûriyê be. Serdanên Mazlûm Ebdî ji bo Herêma Kurdistanê û Hewlêrê nîşan didin ku Mazlûm Ebdî bi rêzeke mezin li we dinêre û pê bawer e ku birêz Mesûd Barzanî rêberê neteweya Kurd e. Gelo ev derî vedike ji bo axaftina li ser piştgirîkirina Kurdên Sûriyê ji bo ragihandina herêmekê, an ji bo veqetînê? Gelo ev tirsê li cem Sûriyeyiyan çêdike, an hûn piştgiriya yekparçeyiya Sûriyê dikin û piştgirî didin Kurdên Sûriyê û parastina mafên wan dikin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Piştî hilweşandina rejîmê li Sûriyê, şîreta me ya ku me arasteyî birayên xwe kir, çi di HSD'ê de an di ENKS'ê de û hemû partiyên Kurdên Sûriyê, tenê li ser yek tiştî kurt dibû: Me ji wan re got divê hûn berê xwe bidin Şamê û ala Sûriyê li hemû deverên xwe hildin û pirsgirêkên xwe bi Sûriyê re çareser bikin. Derbarê mijara pêkanîna herêmekê de, eger tu li Sûriyê binihêrî, tu dibînî ku ew nikarin daxwaza tiştê ku li cem me li Herêma Kurdistanê heye bikin, çunke berî her tiştî coxrafyayeke wan a yekgirtî nîne. Lê ya ku em dixwazin, em naxwazin destwerdanê bikin di diyarkirina wê modela ku divê li Sûriyê bê bicihkirin. Ev peywendî bi me ve nîne, lê peywendî bi Sûriyeyiyan ve heye. Helwesta me jî di çareserkirina pirsgirêkan de di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de berdewam e. Lê model dê çawa be, divê bi xwe bi Şamê re li ser li hev bikin. Ev mijar ne tenê ji bo Kurdan e, lê ji bo pêkhateyên din jî wek Elewî, Dirûz û Mesîhiyan e. Ya ku me bi cenabê Serokkomar re tekezî li ser kir, pêdiviya çespandina mafên van pêkhateyan bû di destûra Sûriyê de. Derbarê hûrguliyên din û çawaniya modelê de, em destê xwe naxin nav tu ji wan. Em ê alîkar bin û destwerdanê nakin; gotûbêjkirina van mijaran ji bo wan bi xwe dihêlin da ku bi Şamê re çareser bikin.
- Cenabê Serok, we çi peyam di navbera birêz El-Zeydî û El-Şera de gihand?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Her serdaneke ku em dikin û ji bo her welatekî ku ez geşt dikim, ez her dem hevahengiyê bi Bexdayê re dikim û gava vedigerim, ez Bexdayê ji encamên serdana xwe agahdar dikim. Me silav û rêzên birêz Serokwezîrê me gihandin cenabê El-Şera û her weha tekezî li ser peywendiyên baş hat kirin. Wekî min amaje pê kir, rast e min ev serdan wek Serokê Herêma Kurdistanê pêkanî, lê wek berpirsekî Iraqî jî min pêkanî. Yanî serdan ne tenê peywendî bi Herêma Kurdistanê ve hebû, lê bi hemû Iraqê ve hebû. Wekî min ji we re got, em hêvîdar in di paşerojeke nêzîk de Serokwezîr Zeydî serdaneke xwe ji bo Şamê hebe.
- Xwedê bixwaze. Cenabê Serok, dosyaya Şingalê dimîne. Dibe ku tu bipirsî çima min dosyaya Şingalê hîşt ku piştî Sûriyê dosyaya dawî be. Bi baweriya min a hêsan, dosyaya Şingalê jî di bin zextên herêmî yên berdewam de ye. Sedema sereke, li gorî tiştê ku em dibîzin, ew e ku zextên herêmî rê li ber bicihkirina Peymana Şingalê digirin. Bi vê sedemê jî me di çarçoveya karûbarên navdewletî de tomar kiriye. Gelo bi rastî zextên herêmî sedema sereke ne li pişt bicih neanîna Peymana Şingalê de?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Lihevkirineke me ya pir baş hebû ku we bi xwe amaje pê kir. Peymana Şingalê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, sala 2020an bi amadebûna nûnera wê demê ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Xanim Plasschaert hat îmzekirin. Ji wê rojê ve heta niha Herêma Kurdistanê li benda bicihkirina vê peymanê ye. Ez weha dibînim ku bicihkirina vê peymanê dê ewlehî û aramiya siyasî û civakî ji bo Şingalê bîne. Bicih neanîna peymanê heta niha berpirsiyariya wê dikeve ser wan hêzên ku li Şingalê hene. Me pir behsa hêzên ji yasayê derketî kiriye, û beşek ji wan hêzên ku li wir amade ne, ji hêzên ji yasayê derketî ne. Divê ev ji Şingalê derkevin. Divê Şingal vegere rewşa xwe ya asayî. Wekî hûn dizanin Êzdî dema DAIŞ hat rûbirûyê zulmeke pir mezin bûn. Divê em hemû babeta Êzdiyan nekin babetekî siyasî, berovajî divê em alîkariya wan bikin da ku vegerin ser axa xwe. Di rastiyê de divê li Bexda û Hewlêrê em alîkariya wan bikin, çunke ew hêjayî jiyaneke baştir in. Ya ku hat serê wan karesateke mezin bû, çunke di sala 2014an û piştî wê jî rûbirûyê jenosîdeke mezin bûn. Bi heman şêweyî rewşa pêkhateyên din ên Iraqê jî wisa bû, lê Êzdî zerermendên mezintir bûn. Em jî niha dubare tekez dikin ku em pê bawer in Peymana Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, rêxweşker û gaveke pir baş e ji bo asayîkirina rewşa Şingalê.
- Cenabê Serok, pirsa dawî; derbarê dîtina we ya ji bo paşeroja pêvajoya siyasî li Iraqê û ew hevrikiya ku li Rojhilata Navîn de heye di navbera Amerîka û Îsraîlê û şerê Îranê, her weha têkeliyek ji siyasetên mijaran (blokên siyasî) ku li ser Iraqê tê sepandin û dihêle bibe beşek ji mijarekî li ser hesabê mijarekî din... Berê û di hemû qonaxên ku em tê re derbas bûn, Iraqê siyaseta "girtina darê ji nîvî" peyrew dikir; ne bi Îranê re dibû û ne bi Amerîkayê re, û peywendiyeke hevseng bi her du aliyan re ava dikir. Lê niha li gorî tiştê ku me dîtî, meylek ji aliyê hikûmetê ve heye ber bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve bi hinceta ku beşeke zêde ya pirsgirêkên wê yên hilawistî bi Amerîkayê re ne û tu pirsgirêka wê bi Îranê re nîne bo nimûne. Gelo Iraqê di siyaseta mijaran de rêya xwe hilbijartiye û çûye cem Amerîkayê wek mijarekî hevpeyman, an hîn me darê ji nîvî ve girtiye? Û dîtina we çi ye bo paşeroja pêvajoya siyasî di çarçoveya hemû wan hevrikiyên ku li herêmê diqewimin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Li gorî dîtina min, helwesta Iraqê helwesteke bêlayen bû di wî şerê ku qewimî. Iraq nikare ji dora xwe li herêmê qut bibe, û Iraq nikare tenê pişta xwe bi welatekî ve girê bide, çi ew welat Amerîka be an welatekî din be. Di berjewendiya me de ye ku li Iraqê em nekevin nav tu mîhwerekî, çunke şiyana Iraqê heye ku rola xwe ya bêlayen bilîze. Di dema şer de gelek tohmet arasteyî Herêma Kurdistanê hatin kirin, lê em pir bêlayen bûn. Bo nimûne yek ji tiştên girîng ew bû ku me rê li ber girt ku Herêma Kurdistanê bibe sekoyek ji bo çêkirina pirsgirêkan ji bo Îranê.
- Lê Îran dibêje naxwe, berevajî, opozîsyona Kurdên Îranî li Herêma Kurdistanê heye û armanca wan Îran e.
Serok Nêçîrvan Barzanî: Rê bide ez bipirsim: Gelo tu ji van opozîsyonan ev tişt kiriye? Tevî ku torên civakî fîlmên wek fîlmên James Bond çêdikirin ku guya sînor derbas kirine, lê rastî ew e ku me rê li ber çêkirina her pirsgirêkekê girt ji bo Îrana cîran bi rêya sînorên Herêma Kurdistanê ve. Çima? Çunke binemaya sereke li cem Iraqê ew e ku Iraq nebe çavkaniya gefê ji bo tu cîranan, û Herêma Kurdistanê ya ku di nav Iraqê de ye rê nayê dayîn ku bibe çavkaniya gefê ji bo Îranê an tu welatekî din ê cîran. Me rê neda van hêzan ku derbas bibin. Rast e ev hêz li vir in, lê hebûna wan li vir ne ya salekê an du salan e, lê ya 40 sal berî niha ye û ji bo me maye. Mijar ew e ku em dixwazin ev pirsgirêk bê çareserkirin. Lê ev pirsgirêk dê çawa bê çareserkirin? Divê ji bo vê pirsgirêkê rêçareserî bên dîtin ji aliyê Herêma Kurdistanê û Bexdayê ve bi hevahengî û hevkariya bi van hêzan bi xwe re û bi Îranê re. Lê wek binema, em li dijî wê ne ku Iraq bibe çavkaniya gefê ji bo tu cîranên me.
Siyaset Iraqê heta niha bi şêweyekî pir baş kar kiriye li gorî dîtina min. Iraqê siyaseteke bi rastî hevseng hebûye. Bila em dubare vê dosyeyê venekin, lê rêpêdayî nîne ku hinek ji yasayê derketî pirsgirêkan ji bo siyasetê derve yê Iraqê çêbikin. Ji ber ku Iraq bi şêweyê herî baş tevgeriyaye, lê ev pirsgirêk niha bûne barekî giran li ser Iraqê. Ez weha dibînim ku Iraq nebe alî di tu ji van pirsgirêkan de. Divê Iraq hevsengiyê çêbike û bi heman dûrahiyê ji hemû aliyan be û pişta xwe tenê bi welatekî ve girê nede.
- Bi dîtina we bo paşeroja sîstema siyasî an pêvajoya siyasî li Iraqê çi ye? Hûn çawa temaşa paşeroja pêvajoya siyasiya li Iraqê dikin?
Serok Nêçîrvan Barzanî: Bi dîtina min proseyê siyasî li Iraqê û tiştê ku em heta niha lê dibînin ber bi başbûnê ve diçe. Divê hêzên siyasî yên Iraqê piştgiriya hikûmeta me li Bexdayê bikin. Ez vedigerim ser wê ya ku min di destpêkê de got; divê em hemû bifikirin ku em di nav keştiyekê de ne. Eger tiştekî xirab bê serê vê keştiyê, ev nayê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê dê rizgar bibe û Bexda dê noq bibe, an berevajî Bexda dê rizgar bibe û Herêma Kurdistanê dê noq bibe. Çunke çarenûsa me hemûyan yek e. Divê em bi vê binemayê razî bin ku çarenûsa me wek Iraqî yek e û divê em alîkariya hev bikin. Li ku derê Herêma Kurdistanê karî alîkariya Bexdayê bike û li ku derê Bexdayê karî alîkariya Herêma Kurdistanê bike û li ku derê hêzên siyasî karîn alîkariya serokwezîr bikin, divê em hemû kar bikin ji bo paşerojeke baştir û geştir ji bo hemû Iraqê.
- Gelek spas ji bo te cenabê Serokê Herêma Kurdistanê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, ji bo hemû tiştên ku te kerem kirin. Spasiya bîhnfirehiya we dikim ji bo qebûlkirina wan hemû pirsan, min wextê te yê zêde girt. Gelek spas ji bo te û ji bo afirandina vê derfetê.