Êvara îro Şemiyê 10/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, beşdarî di rêwresma derçûna xula 15emîn a Zanîngeha Amerîkî li Iraqê - Silêmaniyê de kir ku her yek ji birêzan Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji mêvan û malbat û kesûkarên derçûyan amade bûn.
Di rêwresmê de Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir, ev jî naveroka wê ye:
Birêz Kak Qubad Talebanî,
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê,
Derçûyên azîz,
Dayik û bav û malbatên birêzên derçûyan,
Birêz Serokê zanîngehê û mamosteyên hêja,
Xanima Elena, ku ji Washingtonê hatiye bo beşdariya bi me re bi xêr hatî,
Her wiha bi xêrhatineke taybetî nûnerê Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî dikim ku îro li gel me ye û ji Bexdayê hatiye, bi xêr bên.
Dixwazim berî destpêkirina axaftinên xwe bi xêrhatina birayekî xweşdivî bikim ku îro li vir ew jî hatiye û beşdar e, Kak Omer Fetah, gelek bi xêr bê Kak Omer. Em li gel Kak Omer di pêkhateya piştî ku kabîneya hikûmetê yek girt, bi hev re me kar kiriye û bi rastî wê demê jî min gotiye û niha jî dibêjim, Kak Omer yek ji wan kesan bûye ku ji bo min gelek gelek cihê rêz û şanaziyê bûye ku bi hev re li gel wî min kar kiriye û gelek kêfxweş im ku îro wî bi tenduristiyeke baş dibînim. Bi xêr bê Kak Omer, gelek spas ji bo hemû karên ku te li Kurdistanê kirine. Gelek gelek spas, bi rastî cihê te diyar e û dixwazim bizanî û herdem bîra te dikin û herdem behsa wan rojan dikin, bi xêr bê.
Kêfxweş im ku vê êvarê di rêwresma derçûna xula 15emîn a Zanîngeha Amerîkî li Iraqê - Silêmaniyê de bi hev re ne û beşdarî di kêfxweşiya derçûna 288 ciwanên welat de dikin.
Ji dil ve pîrozbahiyê li we hemûyan dikim. Pîrozbahiyê li dayik û bav û malbatên we dikim ku herdem piştevanê we bûn, li mamosteyên we, li zanîngeha we û li hemû wan kesên ku di vê serkeftinê de li gel we beşdar bûn.
Derçûyên azîz,
Her nifşek kêşe û berpirsiyariya xwe li hember serdem û welatê xwe heye. Nifşa me di qonaxekê de jiya ku tê de mezintirîn kêşe tê de parastina Kurdistanê, nasname, xebat di pênavê azadiyê de, ji nû ve avakirina wê tiştê ku şeran wêran kiribû, damezrandina sazî û dezgehan û vekirina deriyên welat bû bi rûyê cîhanê de.
Lê belê hûn di qonaxeke cuda de ne û li pêşiya pirsên nû ne:
Çawa aboriyeke berhemdar ava bikin ku derfet ji bo ciwanan peyda bike?
Çawa şaşiyan rast bikin û sazî û dezgehên xwe baştir û çalaktir bikin?
Çawa sûdê ji teknolojiyê werbigirin bêyî ku nirxên mirovahiya xwe ji dest bidin?
Her wiha Iraq û Herêma Kurdistanê çawa dikarin di cîhanekê de ku bi lez diguhere, rikeberiyê bikin û ber bi pêş ve biçin?
Ev pirsên nifşa we ne û ew bersivên ku hûn pêşkêş dikin, dê bibin beşek sereke ji xêzkirina paşeroja welatê me.
Îro em di cîhanekê de ne ku hûn dikarin di çend xulekan de bigihîjin wan zanyariyan ku di rabûriyê de bi destxistina wan roj û meh dixwest, lê belê zêdebûna zanyariyan, ne merc e ku bi wateya kûrahiya zanînê be.
Ji ber wê yekê, xala cuda ya we êdî ne tenê ew e ku kî zêdetir dizane, lê belê ew e ku dizane çawa bifikire? Çawa cudahiyê di navbera rastî û propagandayê de û di navbera zanîn û bîr û nêrînê de bike? Çawa pirs û lêkolînê bike berî ku biryar an hukim bide?
Ev jî, bi baweriya min, ji girîngtirîn nirxên ku divê zanîngeh bide we ye: aqilekî serbixwe, azad û rexnegir, aqilek ku bi wêrekî û bê sansor pirs dike û fêr dibe, di heman demê de ew wêrekiya wê heye ku pêdaçûnê bi xwe de bike û şaşiyan jî rast bike.
Derçûyên azîz,
Ew bawernameya ku îro werdigirin derî li we vedike, lê ew rê nîşan nade ku hûn di kîjan rê de biçin. Hûn bi xwe rêya xwe diyar dikin.
Nehêlin pirsa we ya yekem ew be ku hikûmet çi pêşkêşî we dike? Lê belê bipirsin: Ez bi xwe dikarim çi pêşkêş bikim? Çi pirsgirêk heye ku ez dikarim çareseriyek ji bo bibînim? Bi çi kar û projeyekê dikarim derfet ji bo xwe û ji bo kesên din jî peyda bikim?
Wateya rastîn a welatîbûnê jî ji vir ve dest pê dike: Niştiman bi wê mezin nabe ku hûn çiqas jê werdigirin, lê belê bi wê mezin dibe ku hûn çiqas beşdar dibin di avakirina welat de. Paşeroja me tenê bi samanên xwezayî diyar nabe, samana rastîn neft û samanên bin erdê nîne, samana rastîn a îro, aqil û destpêşxeriya we ye.
Azîzan,
Tiştekî din ê girîng jî heye ku hûn li vê zanîngehê fêr bûn û li ser bawernameyên we nehatiye nivîsîn: Hûn ji bajar, navçe û çandên cuda ve hatine. Bi hev re fêr bûn, bi hev re we kar kir û we hevdu nasî. Ev ew ezmûne ku Iraq gelek pêwîstiya wê pê heye.
Pêwîst nake wek hev bin da ku bi hev re bijîn û welat ava bikin. Cudahiya bîr û boçûnan nabe ku bibe sedema cudabûnê. Hêza me di pirrengiyê de ye ne di wekhevbûnê de. Iraq û Kurdistan pêwîstiya wan bi nifşek heye ku pirrengiyê bike çavkaniya hêzê û pirên bihêz ên diyalogê li gel hemberê xwe neqetîne. Ew pirên ku we li vir ava kirine li gel xwe bibin nav jiyana pratîkî.
Derçûyên azîz,
Dizanim gelek ji gencên îro dema li dewrûbera xwe dinêrin, bi dilgiraniyê li paşerojê dinêrin. Bîr li şerên berdewam, metirsiyên guhertina av û hewayê û kêşeyên teknolojiya û AI dikin. Ev dilgiranî cihê têgihiştinê ne, lê wek herdem me gotiye: Pêşketina teknolojiyê dikare gelek bersivan bide me, lê nikare bibe cîgirê biryara mirovî û niştimanî ya me.
Ezmûna gelê Kurdistanê fêrî me kiriye ku rastî, her çend dijwar jî be, qederek neguher nîne. Rojek bi ser vî niştimanî de derbas bû ku tê de tenê fikirîna li ser vê qonaxa îro; wekî xeyal dihat ber çavan, lê jiyan nerawestiya û gelê me ji fêrbûn û avakirinê nesekinî.
Ji ber wê yekê, daxwazê ji we dikim rastiyê wek xwe bibînin, bi hemû dijwariyên wê ve û herdem baweriya we bi şiyana xwe hebe ji bo guhertinê. Ev e ew hêviya ku pêwîstiya me pê heye, hêviyek ku kar, berpirsiyarî û destpêşxerî li gel da be.
Nasnameya xwe biparêzin û hişê xwe bi rûyê cîhanê de vekin. Serkeftina xwe tenê bi wê hesab nekin ku ji bo xwe bi dest dixin, lê belê bi wê hesab bikin ku çi dixin ser jiyana xelkê û pêşxistina vî welatî.
Hêvîdar im hewl bidin û bi awayekî kar bikin ku rojek bê hûn li vê qonaxê binêrin û bibêjin: Nifşa me ne tenê bi wê ve sekinî ku ji bo wî bi cih mabû, lê belê derfetên mezintir ji bo nifşên piştî xwe bi dest xistiye.
Her ji vir ve, ji vê zanîngehê ve û ji vî cihî ve dixwazim spas û destxweşiya xwe ji bo rol û mandîbûna birayê birêz Dr. Berhem Salih, damezrînerê vê zanîngehê û hewldanên wî di pênavê serxistina vê navenda akademîk de dubare bikim.
Careke din pîrozbahiyê li we, li malbatên we yên serbilind, li mamosteyên we û li serokayetî û xebatkarên Zanîngeha Amerîkî li Iraqê - Silêmaniyê dikim.
Hêviya paşerojek tijî serkeftin ji bo we hemûyan dixwazim.
Êvara we baş û bi xêr bê,
Gelek spas.