Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziyê li Serokê Desteya Heşda Şe'bî Kir

2026-11-21T16:12:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ

Êvara îro şemiyê 21.11.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi birêz Falih El Feyaz, Serokê Desteya Heşda Şe'bî re, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên herêmê gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de ku birêz Dr. Fuad Huseyîn Wezîrê Derve yê Iraqê amade bû, peywendiyên Hewlêr - Bexda mijareke din a hevdîtinê bû. Tê de her du aliyan tekez li ser girîngiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya hevbeş û pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê kirin.

Girîngiya hevkariya di navbera hemû aliyên Iraqî bo parastina aramî û ewlehiya welat, mijareke din a hevdîtinê bû.