Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nêçîrvan Barzanî serdana Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir

2019-12-03T13:19:12.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Serokayetiya Herêma Kurdistanê li hewlên xwe yên ji bo yekrêzî û tebayî ya li Herêma Kurdistanê û yek helwestiya alî û pêkhatan beramber bi pêşhat û rûdanên li Iraq û navçeyê berdewam dibê, hemû şiyanên xwe yên jî ji bo dirustkirin û serxistina pêkanîna Hevpeymaniya Fraksiyonên Kurdistaniyan li Encumena Nûnerên Iraqê dixe holê.

Berî nîvroya îro sêşem 03/12/2019 li Hewlêrê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêzan Cîgirên Serok, serdana Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kirin û li gel birêz Selahedîn Mihemed Behaddîn Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê û hejmarek ji serkirdeyên Yekgirtî civiya.

Li kombûnê da pêşhatên dawî ya Iraqê û xwepêşandanên Bexda û parêzgehên dinê welat, encamên wan û bandorê wan yê li ser Herêma Kurdistanê, girîngiya tebayî û yekrêziya aliyên Kurdistaniyan li Bexda, rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û rûdan û pêşhatên navçeyê bi giştî hatin guftûgo kirin.

Birêz Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê hewl û hengavên Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya bi navê tebayî û yekrêzî û karê pêkveyî ya aliyên Kurdistaniyan bilind nirxand û piştgîriya xwe û Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê jî dûpat kir.