2019-11-27T01:22:34.000000Z
Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku sazî û damezraweya Serokayetiya Herêma Kurdistanê sêwan û çetra komkera hemû aliyan û pêkhatên Herêma Kurdistanê dibê û li gel hemûyan ji bo yekrêzî û tebayî û pêkve karkirina bi navê desteberkirin û parastina maf û berjewendiyên Herêma Kurdistanê kar dike.
Îro sêşem 26/11/2019 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel rêzdaran Mistefayê Seyid Qadir û Şêx Ce'fer Mistefa Cîgirên Serok, li Silêmanî serdana her yek ji Mekoya Serekiya Tevgera Goran û Mekteba Siyasiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kirin.
Li civînê de, Serok Nêçîrvan Barzanî rola her dû aliyan li piştgîriya hengavên Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo yekrêzî û tebayî bi girîng û cihê pêzanînê nirxand û tekez li ser girîngî û pêwîstiya yekhelwêstî û pêkve karkirina hemû aliyan kir, bi taybetî jî li çawayiya muamelekirina li gel rewş û pêşhatên li Iraq û navçeyê.
Ji aliyê xwe ve Yêkîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Tevgera Goran jî li vî derbarî de pesnê rol û hewla Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirin û hengavên rêzdar û Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi navê bi hêzkirina yekrêzî û yekhelwêstî û tebayî de bilind nirxandin.
Li civînan de ji bilî guftûgokirina rewşa Iraq û navçeyê û bandora wê ya li ser Herêma Kurdistanê, rola Serokayetiya Herêma Kurdistanê li bi hêzkirina yekrêzî û tebayî û hewlên ji bo serxistina proseya yekxistina Pêşmerge, dirustkirina hevpeymaniya fraksiyona Kurdistaniyan li Encumena Nûnerên Iraqê de tekez li ser hatiye kirin.
Bihêzkirina hemahengî û karê pêkveyiya aliyên Kurdistaniyan, hewldana çareserî û gihîştina rêkeftina li gel Hikûmeta Iraqa Federal li ser bingeha mîsogerkirina maf û şayesteyên Herêma Kurdistanê, egera hemwarkirina destûr û hevkariya Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyan û aramiya li Iraqê, aliyekî dinê civînan bû.
Serok Nêçîrvan Barzanî û şanda li gel her wiha serdana gora her dû xwedê jêraziyan Newşîrwan Mistefa û Mam Celal Talebanî kirin û tacegulan li ser gorên wan danî.