Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nêçîrvan Barzanî û Fuad Mehsûm rewşa Iraqê nirxandin

2019-10-09T15:55:10.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser pêwîstiya Iraqê bi giştî aramiya siyasî û emnî û berev pêşvebirina proseya siyasî kir û biryarên Hikûmeta Federal ya Iraqê ji bo bi cîhkirina daxwazên rewayên xwepêşanderan, bi hengavekî dirust û erênî bi navê aramkirina rewşa welat û parastina aramiyê da zanîn.

Li hevdîtina ku piştî nîvroya îro çarşem 09/10/2019 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Dr Fuad Mehsûm Serok Komarê berê yê Iraqê, pêşhatên dawî yên emnî û siyasiyên Iraq û navçeyê û bi taybetî rewşa Kurd li Sûriye û çend babetekî din guftûgo kirin.