Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî rewşa Iraqê guftûgo kirin

2019-12-22T11:48:56.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVXWEYÎ
Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî rewşa Iraqê guftûgo kirin

Berî nîvroya îro yekşem 22/12/2019 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Mihemed Helbûsî Serokê Encumena Nûnerên Iraqê kir.

Li civîna ku keşûhewayeke birayane eşkere de birêveçû û birêz Fuad Husên Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Darayî ya Iraqê amadebû, her dû alî pêşhatên dawî ya rewşa Iraq û navçeyê û pirsa damezrandina kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê û wan proje yasayan guftûgo kirin ku niha li Encumena Nûnerên Iraqê ne.

Li kombûnê da her dû alî li ser karê hevbeş û peydakirina çareseriyeke erênî ya ji bo kêşeyan bi hevrebûn ku bi awayek bersîvderê daxwazên rewa bê û li xizmeta tevahiya welat û gel û pêkhatên Iraqê da bê. Her wiha her dû alî tekez li ser piştîgiriya hevbeşan li proseya siyasî ya ji bo destnîşankirina Serok Wezîrê nû yê Iraqê kirin ku bi awayek li gel xwest û daxwaza gelê Iraqê da bê.