Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Li hember Serok, Parêzgerê nû yê Dihokê sonda yasayî xwar

2020-06-29T13:28:44.000000Z
Bikarkirina fermî
Îro dûşem 29.06.2020 li rêwresmek da li ber birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Dr. Elî Teter wekî Parêzgerê nû yê Dihokê sonda yasayî xwar.

Li axaftinek da Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li birêz Parêzgerê nû yê Dihokê kir û hêviya serkeftinê li erk û karê wî yê nû de xwest. Her wiha balkişand li ser kar û xizmeta serkeftiya birêz ya berê kir, bi wê hêviya bikarê xizmeta zêdetir li parêzgeha Dihokê bike.

Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha spas û pêzanînên xwe pêşkêşî birêz Ferhad Etrûşî Parêzgerê berê yê Dihokê kir ku di demeke hestiyar û serdema qeyranan da destbikar bûye û li gel ewe da jî xizmeteke ber bi çav bi parêzgeha Dihokê kiriye û hêviya serkeftinê li her erk û kareke wî yê nû da xwest.

Li rêwresmê da ku birêz Rêber Ehmed Wezîrê Navxo amade bû, birêz Parêzgerê nû yê Dihokê dûpat kir ku bi hemû şiyanek ve xizmetê bi parêzgeha Dihokê dike û hemû hewlek dide kar û erkên xwe bi baştirîn awayî bi cîh bike.