2021-10-06T18:03:59.000000Z
Cejna Cemayê li hemû xûşk û birayên me yên Êzdî li Kurdistanê û li her dereke cîhanê bin, bi germî û ji dil pîroz dikim, hêvîdarim cejneke xweş û aram derbas bikin û hêvî û xweziyên wan bi cîh bên.
Mixabin îsal jî cejn di demekê da vedigere ku hê jî bi hezaran xûşk û birayên me yên Êzdî yên revandiyên destê terorîstên Da'îşê wendane, her wiha bi hezaran malbatên wan jî ji ber ku nikarin vegerin ser cih û malên xwe, hê jî di wargehan da dijîn.
Di vê helkeftê da dîsa hemû xûşk û birayên xwe yên Êzdî piştrast dikîn ku hindî Êzdiyek revandî mabe, em dê li ser hewlên xwe yên rizgarkirin û diyarkirina çarenivîsê wan berdewam bîn, her wiha dê hemî hewlan bidîn ji bo vegerandina hemî koçberên Êzdî li ser mal û cihên wan.
Dîsa cejna Cemayê pîroz bît, her sal bi xêr û xweşî.
Rêz û silav ji bo hemî Êzdiyan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
06.10.2021