2022-04-04T12:04:58.000000Z
Îro di bîranîna 42 saliya jenosîd û şehîdên Kurdên Feylî da, em bi rêz û bi rûmet şehîdan û qurbaniyên Kurd yên Feylî û tevahiya şehîdên Kurdistanê bi bîr tînîn. Bejna xwe li ber wan diçemînîn û silav û dilovaniyê ji bo ruhê wan yê paqij re dişînîn.
Bi tenê ji ber hindê ku wan piştevanî li şoreş û mafên gelê Kurdistanê dikir, bi sed hezaran kesên sivîl ji Kurdên Feylî di operasyoneka jenosîdê da li ser destê rejîma berê ya Iraqê rastî raguhestin, derêxistin û jêwergirtina nasnameyê hatin û bi deh hezaran jî bi yekcarî hatin wenda kirin.
Di demekê da ku Dadgeha Bilinda Tawanan ya Iraqê ev tawan bi jenosîd naskiriye, lê di vê bîranînê da, em daxwazê ji Hikûmeta Federal ya Iraqê dikîn ku Kurdên Feylî qerebu bike û bi temamî pirsgirêka vegerandina nasnameyê, zevî û mulkê wan çareser bike û ji bo wan dadperweriyê mîsoger bike.
Silav li canê paqijê şehîdan û bîranîna wan bi xêr be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04.04.2022