Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Cejna Qurbanê

2023-06-27T16:43:49.000000Z
Nûçe Peyam û Peywandî
Cejna Qurbanê bi germî li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Ez hêvîdar im ku hemû cejn û bênvedaneke xweş û aram biborînin.

Werin em hemû peyam û wateyên cejnê li gerdenazadî, lihevkirin û aştbûnê bikin firsendeke nû ji bo nûkirina têkiliyên xwe û vekirina rûpelek nû bi hev ra.

Gelê Kurdistanê ji her tiştekî zêdetir ji hêz û aliyên siyasî hêvî dike ku cejnê bikin derfeta yekrêzî û biratî û pêkveyî da ku em hemû bi hev re ber bi paşerojeke baştir ve biçin. Werin em hemû li pey wê hêviyê biçin.

Cejna we hemûyan pîroz be û hemû salan bi xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
27.06.2023