Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serok Nêçîrvan Barzanî: Yekxistina Pêşmerge, destpêka qonaxeke nû ye

2026-09-21T11:51:00.000000Z
Nûçe Gotar

Berî nîvroya îro Duşem 21/09/2026, bi amadebûna rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û her yek ji rêzdaran Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, Cîgirê Serokê Hikûmetê, Ferîqê Yekem Rukin Ebdulemîr El-Şemmerî, Rêveberê Nivîsîngeha Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê û Wezîrê Karûbarên Pêşmerge û hejmarek ji fermandeyên Pêşmerge û nûnerên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê rêwresma ragihandina yekxistina hêza Pêşmerge bi rê ve çû.

Di rêwresmê de Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir, ev jî naveroka wê ye:

Amadebûyan û mêvanên hêja,
Pêşmergeyên qehreman,

Roja we baş..

Hûn hemû bi xêr hatin.

Bi xêrhatineke taybet li rêzdar Ferîqê Yekem Rukin Ebdulemîr El-Şemmerî, Rêveberê Nivîsîngeha Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê dikim ku li vir bi me re amade bûye. Amadebûna cenabê wan li vir, tekeziyek e li ser girîngiya hevkariya di navbera Artêşa Iraqê û Pêşmerge de, wekî beşek ji sîstema berevaniya Iraqê, gelek bi xêr hatî.

Gelek kêfxweş im îro di vê rêwresmê de em bi hev re ne ji bo ragihandina pengava dawî ya yekgirtina hêzên Pêşmerge û destbikarbûna Fermandariya Yek û Duyê ya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê. Bi vê gava girîng, êdî tu hêzek li derveyî avahiya Wezareta Karûbarên Pêşmerge de namîne.

Ev boneya han hevdem e ligel bîranîna 4 saliya îmzekirina bîranîna lihevtêgihiştinê ya Wezareta Karûbarên Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ku çar sal berê di rojeke wek îro de, 21'ê Îlona 2022'yan hatibû îmzekirin. Spasiya piştgirî û hevkariya wan a berdewam dikim ji bo vê pêvajoyê û ji bo alîkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi taybetî di şerê li dijî terorîstên DAIŞ'ê de.

Berdewamiya van hewldanan jî vedigere sala 2016'ê dema ku li ser destê Cenabê Serok Mesûd Barzanî pêvajoya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge dest pê kir.

Ew di demekê de bû ku Pêşmerge di bin fermandariya Cenabê Serok de efsaneya DAIŞ'ê têk dişikand, wek çawa berê jî sala 2014'an her bi fermana Cenabê wan Pêşmerge çûn Kobanê da ku berevaniyê lê bikin û rûpelekî geş di dîroka gelê Kurdistanê de ji bo berevanîkirinê tomar kirin. Ji ber vê ev boneyek e gelê Kurdistanê demeke dirêj e li benda wê ye û bi salan e ji bo wê me hemûyan kar kiriye.

Ev ne tenê guhertinek di avahî û rêkxistinê de, an tenê veguhestina yekeyan ji pêkhateyek bo pêkhateyeke din nîne, belku pengaveke neteweyî ya mezin e di karwana avakirina saziyên Herêma Kurdistanê de.

Salên borî me berdewam gotiye: Kurdistan pêdivî bi yek hêz, yek wezaret û yek fermandariyê heye. Me gotiye: Divê Pêşmerge hêzeke neteweyî ya dûr ji destwerdan û nakokiya partîtî be. Îro jî, gaveke mezin ber bi bicihanîna vê armancê ve diavêjin.

Amadebûyên hêja,

Dema ku metirsî li ser Kurdistanê çêbû, cudahî di navbera Pêşmergeyek û Pêşmergeyeke din, navçeyek û navçeyeke din de nebû. Di demên herî dijwar de, Pêşmerge di yek sengerê de rawestiyan, bi hev re qurbanî dan û xwîna wan ji bo parastina yek ax û yek gelî da tekel bû. Tiştê ku di meydanên şer de Pêşmerge yekxist, îro divê di sazî, fermandarî û biryarê de jî wan yek bixe.

Pêşmerge xwedî dîrokeke geş e. Lewma îro em vê dîrokê û hemû van qurbaniyan di nav yek saziyeke neteweyî de kom dikin. Dîrokeke ku çend nifşên Pêşmerge ava kirine, em dikin hêzeke yekgirtî ji bo parastina dahatûya Kurdistanê. Baştirîn wefadarî jî ji bo şehîdên me ewe ku qurbanîdana wan bikin bingeha pêkvebûn û yekrêziya navxwe ya xwe.

Rêzdaran,

Yekxistina hêzên Pêşmerge dawiya vê pêvajoyê nîne, belku destpêka qonaxeke nû ye ku dibe ku dijwartir jî be. Ji îro pê ve, divê ev yekrêzî di her tiştî de reng bide: di fermandarî û serkirdayetiyê de, di biryar û fermanê de, di perwerde û rêkxistinê de, di maf û erkan de, di pilebilindkirinê û di baweriya leşkerî û dîsîplînê de.

Divê ji bo hemûyan zelal be ku saziya leşkerî nabe qada nakokiya siyasî. Partî di hilbijartinan de pêşbaziyê dikin, cudahî di bername, dîtin û helwêstan de heye, ev di her sîstemeke demokratîk de tiştekî pir asayî ye. Lê belê Pêşmerge divê li ser ve yê pêşbaziya partîtî bimîne, ji ber ku hêza partiyan nîne, belku hêza Kurdistanê ye.

Ji ber vê mezintirîn xizmeta ku îro em pêşkêşî Pêşmerge bikin ewe ku rêz li saziya wê bê girtin, da ku erkên xwe yên pîşeyî û neteweyî bê destwerdana siyasî û partîtî bi cih bîne.

Serkeftina rastîn a yekgirtinê bi hejmara wan yekîneyan nayê hesabkirin ku xistine bin çetra wezaretê, belku bi wê yekîneyê tê hesabkirin ku her Pêşmergeyek hest bike ku saziya wî Wezareta Karûbarên Pêşmerge ye, serkirdayetiya wî fermandariya wî ya leşkerî ye û hevsengerê wî di heman yekîneyê de birayê erkê wî ye, bê guhdan e ka ser bi kîjan alî ye, an xelkê kîjan navçeyê ye.

Eve ew Pêşmerge ye ku gelê Kurdistanê dixwaze: Pêşmergeyekî profesyonel, rêkxistî, hevçerx, baş hatî perwerdekirin û baş hatî çekdarkirin ku girêdayî yasa û saziyan be, cihê baweriya gelê xwe û cihê rêzgirtina dostên xwe be.

Pêşmergeyên qehreman,

Hûn hêza hemû Kurdistanê û hemû pêkhateyên wê ne. Erka we parastina ewlehî, rûmet û jiyana hemû wan welatiyên ku li ser vê axê dijîn e, bê cudahî. Kurd, Tirkmen, Mesîhî, Êzdî, Ereb û hemû pêkhateyên Kurdistanê divê bi cil û bergên Pêşmerge de hêzekê bibînin ku parêzvaniya hemûyan bike.

Di heman demê de, hêza yekgirtî ya Pêşmerge beşek e ji sîstema berevaniya Iraqa federal. Bihêzkirina şiyanên wê û xurtkirina hevahengiya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de, di xizmeta ewlehiya Herêma Kurdistanê û hemû Iraqê de ye û şiyana me ya hevbeş ji bo rûbirûbûna terorê û parastina ewlehî û aramiya hemû Iraqê zêde dike.

Ji ber vê ji vir ve careke din daxwaz ji Hikûmeta Iraqa Federal dikim ku li gor destûr û yasayan reftarê ligel Pêşmerge bike û erk û pêdagiriyên xwe yên li hember Pêşmerge bi cih bîne û hemû maf û şayisteyên wî mîsoger bike.

Her di vê boneyê de spas, pesn û rêzgirtina me ji bo welatên dost dubare dikim: Amerîka, Hevpeymaniya Navneteweyî û hemû wan welatên dost ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de ligel me rawestiyan, paşê jî di warê perwerde, çaksazî, rêkxistin û yekxistina hêzên Pêşmerge de alîkarê me bûn û ligel me gelek westiyan û xwe ragirtin.

Spas û rêz ji bo Brîtanya, Almanya, Holanda, Îtalya û Fransa. Dostên me gelek pêşkêş kirine û em piştgirî û alîkariya wan gelek bilind dinirxînin.

Lê belê serkeftina vê pêvajoyê berî her tiştî pişta xwe dispêre îradeya me bi xwe. Tiştê ku îro me pê gihandiye berhemê hevkarî, îrade û berpirsiyariyeke neteweyî ya Kurdistanî ye. Ji ber vê spasî Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikim ji bo biryar û îradeya wan a siyasî ji bo serxistina vê pêvajoyê.

Spasiya erk û hewldan û piştgiriya berdewam a birayê hêja Kak Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikim ku hemû hewldana xwe da di van çend salan de da ku ev pêvajo bi rêk û pêk ber bi pêş ve biçe û yek bigire.

Spasiya hewldanên birayê hêja Kak Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîr dikim, spas û destxweşî ji tîmên me re li Serokayetiya Herêmê, li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim, spas ji bo rêzdar Şêx Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serok, rêzdar Kak Mistefayê Seyîd Qadir Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê ji bo erkên wî di wê serdemê de ku Wezîrê Karûbarên Pêşmerge bû.

Spas û destxweşî ji bo rêzdaran Wezîr û Wezareta Karûbarên Pêşmerge, fermande, efser, komîte û tîmên ku di dirêjahiya van salan de bi dilsozî, bi wefadarî kar kirine, ligel hemû wan aliyan ku beşdar bûn di gihîştina vê qonaxê de.

Pêşmergeyên qehreman,

Îro berpirsiyariya herî mezin a we dest pê dike. Dema ku cil û bergên Pêşmerge li xwe dikin, êdî hûn Pêşmergeyê Kurdistanê ne. Parastina vê yekrêziyê bikin. Nehêlin nakokiyên siyasî bibin asteng di navbera we de. Rê nedin ku tu girêdanek ji hevsengerê we, ji sazî û erka we bihêztir be. Gelê Kurdistanê bacekî mezin ji bo azadî, ewlehî û rûmeta xwe daye û Pêşmerge herdem pêşengê vê qurbanîdanê bûye.

Her di vê boneyê de bi rêz û rûmet ve hemû wan Pêşmergeyên qehreman bi bîr tînin ku ji bo azadiyê û ji bo berevanîkirina Kurdistanê canê xwe bexşîn. Silav û rêz ji bo malbat û kesûkarên wan ên serbilind û xweragir re dişînin.

Silav li şehîdên zindî, ew Pêşmergeyên qehreman ên ku di eniyên berevaniyê de ji bo parastina Kurdistanê birîndar bûne. Silav û rêz ji wan re dişînin û bi rêz ve li qurbanîdana wan dinêrin.

Silav li hemû Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û li fermandeyên wan.

Dirûd bo giyanê pak ê hemû şehîdên Kurdistanê.

Gelek spas ji bo hemû aliyan.
Dixwazim di dawiyê de spasiya birayê hêja Kak Mesrûr bikim ku îro pîrozbahiya roja jidayikbûna min kir, gelek spas û sax û silamet bin.