Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî bi helkefta damezrandina Hikûmeta Federal ya Iraqê

2022-10-27T21:15:59.000000Z
Peyam û Peywandî
Bi helkefta pesendkirina karname û dayîna baweriyê bi kabîneya nû ya Hikûmeta Federal ya Iraqê, ji bo vê pêngava girîng, em bi germî pîrozbahiyê li hemû gelên Iraqê dikîn.

Bi taybetî em pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û endamên kabîneya wî dikîn û hêviya serkeftinê di erkên wan de dixwazîn.

Em hêvîdar in ku ev pêngava hêvîbexş bibe destpêka bi dawî hatina êş û azarên xelkê Iraqê û destpêkek nû ji bo çareserkirina pirsgirêk û qeyranan be, geşepêdana aborî, pêşxistina xizmetguzariyan, aramî û ewlehiyê, serastkirina proseya siyasî, çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr - Bexdayê li gor destûrê, vegerandina baweriya gel bi saziyan û hikûmet bi ciddî daxwazên rewayên welatiyan li ber çavan bigre.

Bi vê helkeftê em piştevaniya Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina karnameyê û bi cîh kirina sozên hikûmeta nû radigihînin. Wekî her car em amadehiya xwe ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê bi rêya diyalogê û di çarçoveya destûrê de dubare dikin.

Em careke din tekez li ser wê rastiyê dikin ku çareserkirina kêşeyên cûr bi cûr yên Iraqê û derbaskirina dijwariyên vê qonaxê erk û berpirsiyariya hevbeş ya me hemû aliyane. Berjewendiyên Iraqiyan bi hemû pêkhateyan ve jî tê xwestin ku em hemû li asta wê berpirsiyariyê da bin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
27.10.2022