2024-07-07T13:26:11.000000Z
Bi helkhefta yekê meha Muharemê û sersala nû ya Hicrî 1446ê, ez pîrozbahiyeke germ li hemû misilmanên li Herêma Kurdistan, Iraq û cîhanê bi giştî dikim. Ez hêvîdar im ji bo hemû aliyan sala serkeftin, xweşî û xêrê be û aşitî, bextewerî û aramiyê bi xwe ra bîne.
Werin em hemû vê helkefta pîroz bikin derfet û palderek ji bona zêdetir biratî û pêşxistina çanda hevqebûlkirin, pêkvejiyan û lêborînê di navbera tevahiya pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistan û Iraqê bi kar bînin, em hemû bi hev ra bi hevkariyên hevpar bi baştirîn awayî xizmeta gelê xwe û welatê xwe bikin.
Her sal bi xweşî be û Xwedayê mezin me hemûyan biparêze.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
7ê Tîrmehê 2024 Zayînî
1ê Muharemê 1446 Hicrî