Êvariya îro Sêşem 15/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Nicolo Fontana, Balyozê Îtalyayê li Iraqê û şandeke pê re kir.
Di hevdîtinê de, pêşxistina peywendiyên Îtalyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê di warên cuda de hate gotûbêjkirin. Birêz Serokê Herêma Kurdistanê spas û hûrmeta Herêma Kurdistanê ji bo rol û piştgiriya berdewam a Îtalyayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de û hevkariya leşkerî û mirovî û pêşvebirin û warê şûnewariyê de dubare kir.
Ji aliyê xwe ve, birêz Balyozê Îtalyayê tekez li ser xwesteka welatê xwe ji bo bihêztirkirina peywendiyan û berdewamiya hevkariya hevbeş a di navbera wan de kir, herwiha amaje bi wê yekê jî da ku Îtalya bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û li ewlehî û aramiya wan dinêre û di piştgirîkirina wan de berdewam dibe.
Rewşa navxweyî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, digel dawîn pêşhat û aloziyên navçeyê, mijareke din a hevdîtinê bû ku birêz Tommaso Sansone, Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê amade bû.