Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di Salvegera Kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wasanan û Geliyê Xoşnawetiyê de

2026-04-16T06:00:00.000000Z
Nûçe

Îro em 39emîn salvegera tawana kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wasanan û Geliyê Xoşnawetiyê bibîr tînin. Ew tawana mezin a sala 1987an, ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve hatibû kirin, destpêka zincîreke tawanên hovane yên kîmyabarankirina li ser xelkê sivîl, ax û xwezaya xweşik a Kurdistanê bû.

Di vê bîranîna bi êş de, em serê xwe li hember giyanên pak ên şehîdên nemir ditewînin û silavan ji kesûkarên wan ên serbilind û ji qurbanî û ziyanberketiyên vê karesatê re dişînin.

Balîsan, Şêx Wasanan û tevahiya Geliyê Xoşnawetiyê, her dem navendên welatparêzî û piştgiriya şoreş û Pêşmerge bûn, loma bûn armanca wê êrîşa reş, lê gelê Kurdistanê bi berxwedanî li ser lingan ma û tawankar ji navçûn.

Silav û rûmet ji bo giyanên pak ên şehîdên Xoşnawetiyê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.04.2026