Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê kir

2026-07-21T22:41:00.000000Z
Nûçe PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ

Nîvroya îro çarşemê 22.07.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîhatina erka wî wek berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Rado Butum kir.

Di hevdîtinê de, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê spas û rûmetên xwe pêşkêşî birêz Rado Butum kir ji bo pêşxistina peywendiyên Yekîtiya Ewropayê û Herêma Kurdistanê di dema erka wî de, herwiha hêviya serkeftinê di erka wî ya paşerojê de jê re xwest.

Ji aliyê xwe ve, birêz Rado spas û rûmeta xwe pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ji bo wê hevkarî û piştgiriya ku di dema erka wî de pêşkêşî wî kirine, herwiha tekez li ser daxwaza Yekîtiya Ewropayê ji bo bihêzkirina peywendiyan û hevkariya hevbeş ligel Herêma Kurdistanê kir.