Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo Cejna Remezana Pîroz

2026-03-19T15:20:00.000000Z
Nûçe Peyamên pîrozkirinê

Bi helkefta hatina Cejna Remezana Pîroz, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Bi taybetî pîrozbahiyê li malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan dikim û hêvîdar im ku ev cejn ji bo me hemûyan bibe cihê aramî, bextewerî û serfiraziyê.

Bila wate û peyamên bilind ên vê cejnê yên li ser lêborîn, gerdenazadî û aştiyê, bibin fersendeke nû ji bo xurtkirina lihevhatin û pêkvejiyanê. Di vê rewşa hestiyar de ku herêma me di nava tevlihevî û metirsiyên şer re derbas dibe, erkê her kesî ye ku ji bo parastina kiyana Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna astengiyan, bi berpirsiyariya dîrokî û niştimaniyê ve bixebite.

Em bi hêvî û geşbîniyê li paşerojê dinêrin û em bawer in ku gelê Kurdistanê bi berxwedan û yekdengiyê, dê vê qonaxa zehmet jî derbas bike. Hêvîdar im ji bo her kesî cejna xêr û bexteweriyê be.

Cejna we pîroz be, hemû salek bi xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

19/03/2026