Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî li bîranîna jenosayda Kurdên Feylî da

2025-04-04T10:03:00.000000Z
Peyam û Peywandî

Îro bîranîna pir bi êş ya çil û pêncemîn salvegera jenosayda hezaran Kurdên Feylî dikîn ku li helmeteke dirindaneya rejîma wê demê ya Iraqê da, rûbirûyê kuştin û destgîr kirin û bi zorê veguhestin û wendakirin û wergirtina nasnameya welatîbûna wan û dest bi serda girtina mal û samanên wan bûn, tenê ji ber wê yekê ku Kurd bûn û piştevaniya şoreşa Kurdistanê kiribûn.

Li vê bîranînê de, tekez li ser daxwaziyên xwe yên ji Hikûmeta Federaliya Iraqê dikîn, li gor biryara Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê ku wê tawanê bi tawana jenosaydê nasandiye, Kurdên Feylî ji hemû rûyek ve qerebû bike û nasnameya welatîbûn û mal û samanên wan vegerîne û kêşeyên wan çareser bike. Xûşk û birayên xwe yên Feylî piştrast dikîn ku li hewlên xwe yên ji bo vegerandina mafên wan de herdem berdewam dibîn û li pêkanîna dadweriyê de her çi pêwîste li vî derbarî de ji bo wan kêmasiyê nakîn.

Jenosayda Kurdên Feylî û hemû hewlên jêbirinê û ew tawanên dijî gelê Kurdistanê hatine encam dan, dîrokeke reş û pêşerojeke tahlin ku ji bilî êş û jan û nearamiyê ji bo welat hîç tişteke din neaniye. Divê ew pêşeroj bibe pend û waneyek ji bo pêkanîna paşerojeke baştir ku li ser bingeha hevdû têgihiştin û hevbeşî û hevdû qebûl kirin û parastina mafên hemû pêkhatên li Iraqê da bingeha wê hatibe avêtin.

Silav û rêz ji bo bîranîna şehîdên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04.04.2025