Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî li dor kongre û xwehelweşandina PKKê

2025-05-12T08:34:00.000000Z
Nûçe

Em pêşwaziyê li biryara PKKê ya xwehelweşandinê û danîna çekan û pêrgîçûna wê ya banga birêz Ocalan dikin û wê wek gaveke çarenûsî dibînin ku rûpeleke nû li herêmê vedike. Ev gav nîşana pêgihiştina siyasî ye û rê ji diyalogeke rastîn re vedike ku bihevrejiyanê û aramiyê li Tirkiyê û seranserê herêmê xurt dike.

Niha dema wê ye û çavên hemûyan lê ye ku ev gava girîng bi gavên din ên erênî û pêwîst yên hemû aliyên têkildar bête bersîvdan. Ev zemîneyeke rast û dirust tîne holê û dibe bingeha aştiyeke mayînde û tevahî ku dawiyê li dehan salên tundî, êş û janan tîne û herêmê ber bi asoyek nû ya pêşketinê ve dibe.

Tevî pêzanîn û spasdariya ji bo rola Serok Erdoğan ya piştgirîkirin û hewlên wî yên ji bo serxistina vê pêvajoyê, em dubare dikin ku Herêma Kurdistanê wek hertim piştgiriya hemû hewlên ji bo çareserkirina nakokiyan bi awayekî aştiyane dike û em hêvîdar in ku ev destpêşxerî bibe xala guhertineke yekcarî. Herwiha em hemû amadebûna xwe diyar dikin ji bo berdewamiya pêşkêşkirina hemû awayên alîkarî û hevkariyê ji bona serkeftina vê derfeta dîrokî.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2025/5/12