Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya bi helkefta Cejna Qurbanê

2024-06-15T15:35:24.000000Z
Peyam û Peywandî
Ez Cejna Qurbanê li welatiyên ezîz yên Kurdistanê û hemû misilmanên li Iraq û cîhanê bi germî pîroz dikim. Hêvîdarim ku ev cejn xêr û kameranî be û ji bo hemû aliyan aştî û aramî bi xwe ra bîne. Ji hemûyan ra bêhnvedaneke xweş dixwazim.

Bi vê helkeftê bila em têgeh û wateyên cejnê di gerdenazadî, lêborîn û lihevhatinê di jiyan û têkiliyên xwe yên rojane da nû bikin û di rêzgirtin, hezkirin, xêrxwazî û ruhê hevkariya bi hev re da rûpelek nû vekin.

Xwedayê mezin welat û gelê me biparêze. Cejna we hemûyan pîroz be û her sal bi xêr û xweşî be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
15.06.2024