Nîvroya îro Pêncşemê 18.06.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li Desteya Serokatiya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) kir.
Di civînê de, rewşa giştî ya navçeyê, geşedanên dawî yên li ser qada Sûriyê, rewşa Kurdan û herêmên Kurdî li wî welatî, tevî hilbijartinên dawî yên Encumena Gel li Sûriyê hatin guftûgokirin.
Her du aliyan tekez li ser girîngiya beşdarbûna Kurdan di pêvajoya siyasî û saziyên siyasî, qanûndanîn û îdarî yên Sûriyê de kirin, wek bingeheke sereke bo mîsogerkirina mafên wan ên rewa.
Di vî çarçoveyî de, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser rol û amadebûna bibandor a ENKSê û girîngiya yekhelwestiya Kurdan li Sûriyê û berdewamiya guftûgo û jihevfamkirina navbera hemû aliyên Kurdî kir.
Her wiha Serok Nêçîrvan Barzanî hander bû ji bo pêşxistina peywendî û hevkariya hevbeş li gel Şamê, bi mebesta dîtina çareseriyeke giştgir bo kêşeyên siyasî yên hêlawestî, bi wî awayî ku ewlehî û aramiya navçeyê biparêze.
Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan kurteyek derbarê çalakî û hewildanên siyasî yên encumenê pêşkêş kir, her wiha spasî û pêzanînên xwe bo piştgiriya berdewam a Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê bo Kurdên li Sûriyê anîn ziman.
Metirsiyên rêxistina terorîst a DAIŞê û tevgerên wê yên dawî li navçeyê, mijareke din a civînê bû. Di vê derbarê de, bal kişandin ser serdana dawî ya birêz Tom Barrack, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo karûbarên Iraq û Sûriyê bo Hewlêrê û civîna hevbeş a bi Serok Nêçîrvan Barzanî û birêz Mazlûm Ebdî re, ku tê de tekez li ser pêşxistina hevkariya hevbeş bo rûbirûbûna terorê hatibû kirin.