Di 63 saliya şoreşa mezin a Îlonê da, em Barzanî yê nemir rêberê şoreşê, hemû Pêşmerge yên qehreman û hemû têkoşerên ku, hêz, dest û zendên şoreşê bûn, bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Silav li ser giyanê wan û silav ji bo hemû têkoşerên wê dema dijwar da ku hê jî sax in. Em ji wan ra temenek dirêj û selametiyê dixwazin.
Şoreşa mezin a Îlonê ku, şoreşa hemû gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê ve bû û bûbû bingeha hizr û bîrên nasnameya neteweyî û niştimanî, rûmeta hemû Kurdistaniyan û îradeya gelê Kurdistanê a ji bo têkoşîna li dijî zilm û zordariyê û dagîrkaran bû. Şoreş dengê zelal yê azadîxwazan û doza rewa ya gel û welatek bû ku, ji bona azadiyê hemû qurbanî dan. Ew bû bingehê yekem car bi fermî naskirina mafên gelê Kurdistanê û bû bingeha hemû destkeftiyên paşerojê.
Di demekê da ku em bi şanaziyê ve vê helkeftê pîroz dikin, em tekezî li ser îradeya bihêz a gelê Kurdistanê ya ji bo parastin û bidestxistina hemû mafên xwe yên destûrî û yekrêziya di navbera hemû pêkhateyan da dikin. Em di têkoşîn û berxwedana ji bo azadî û demokrasiyê da xwedî li prensîb û nirxên bilind yên şoreşê derdikevin û heta ku em serketinê bi dest bixin û xeyalên şehîdan pêk bînin, bi hêvî û geşbînî em dê ber bi paşerojeke baştir berdewam bin.
Bilind û bi rumet be şoreşa Îlonê, silav li bîranîna şehîdên Kurdistanê û silav li giyanê pakê wan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11 Îlon 2024
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya bi helkefta şoreşa mezin a Îlonê
2024-09-11T06:06:00.000000Z