
Bi helkefta hatina Cejna Qurbanê, ciwantirîn û germtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî hemû misilmanên li Herêma Kurdistanê, Iraqê û cîhanê dikim. Ji Xwedayê mezin dixwazim cejn bi xêr û xweşî vegere û aramî, tenahî û şadiyê ji bo hemûyan bi xwe re bîne.
Di vê helkefta pîroz de, em tekez li ser wate û maneyên cejnê ji qurbanîdan û dilovanî û aştbûnê dikin. Bangê nû dikin ji bo bihêzkirina canê hevtêgihiştinê û alîkariyê û karkirina hevbeş ji bo derbaskirina pirsgirêk û astengiyan û bicihikirina bingehên dadwerî û piştrastiya jiyaneke hêjayî hemû welatiyan.
Pirsgirêka mûçexorên Herêma Kurdistanê divê bi gotûbêj û hevtêgihiştinê li ser bingeha destûrê û yasa û peymanan bête çareserkirin ku xizmeta berjewendiya giştî ya welat bike. Em Kurdistaniyan piştrast dikin ku em ê parastina mafên wan bidomînin û hemû rêyên çareserkirina destûrî bi kar bînin.
Em hêvîdar in ku ev helkefta pîroz, bibe derfetek nû ji bo serdestkirina zimanê lojîkê û berpirsiyariya hevbeş, bi awayekî ku hemû pêkhateyên Iraqê ji paşerojeke baştir, piştrast bike.
Cejna Qurbanê li hemûyan pîroz be, her sal bi xweşî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05.06.2025