Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya cejna Rojiyên Êzî

2019-12-21T05:27:30.000000Z
Daxuyanî
Cejna Rojiyên Êzî li hemû xuşk û birayên Êzdî li Kurdistanê û li her dereka cîhanê bin pîroz dikem, hêvîdarim ev cejne bi xêr û xoşî bi ser Êzdiyan û hemî gelê Kurdistanê da vegerît û aramî û tenahiyê di gel xo bînît.

Silav û pîrozbahiyên cejnê bi taybetî ji bo malbat û kesukarên qurbaniyên Jenosayda Êzdiyan û bi rêz û rûmetê, wan hemiyan bi bîr tînîn. Hêvîdarim cejn û bîrhatinên bihên ji bo Êzdiyan û hemî gelê Kurdistanê di rewşên baştir da vegerin û Kurdistan hertim dibin siha pêkvejiyanê û lêborînê û aramiyê da pêşwaziya cejn û bîrhatinên xo biken.

Dubare cejn li hemiya pîroz bît, her sal bi xêr û şahî.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
19/12/2019