Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya li bîranîna Enfala Behdînan da

2023-08-25T14:24:00.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe
Li bîranîna (35) saliya salvegera Enfala Behdînan da, bi rêz û rûmetê ve bîranîna şehîdên xelkê sivîlê Behdînan û tevahiya qurbaniyên operasyonên Enfalê dikîn. Sala 1988 ji Germiyan ve heta Behdînan (182.000) sed û heştih û du hezar welatiyên bêtawanê Kurdistanê bi zarok û jin û pîr û ciwanan ve bûne cangoriyê wê tawanê. Silav û rûmetê ji bo giyanê wan yê pak re dişînîn.

Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê, operasyona Enfalê bi jenosayd û tawana ceng û tawana dijî mirovayetiyê daye zanîn. Ji bo wê yekê di demek da giyanê pakê şehîdên Enfalê bi bîr tînîn, tekez dikîn ku Hikûmeta Iraqa Federalî, divê erkê xwe ya ji bo qerebûkirina malbat û kesukarên cangoriyan bi cîh bike û li êş û azarên wan kêm bike.

Li vê bîranînê de spas û pêzanînên me ji bo xelkê camêr û dilsozê Hewlêr û Behirkê û dewruberê wan dûpat dikîn. Ew li wan rojên dijwar de, li wargeha Cêjnîkan bi hanaya bi zorê veguhestiyan û lêqewimiyên Enfalên Behdînanê ve çûn û destê yarmetî û hevkariyê ji bo wan dirêj kirin.

Baştirîn xizmeta kesukarên Enfalkiriyan, tebayî û yekrêziya navxweyiya me ye, karê ciddî û hewldana ji bo dûbare nebûna tawanên wekî Enfalê û nasandina bi jenosayd li ser asta cîhanê ye, Baştirîn bîranîn û wefadariye ji bo giyanê pakê cangoriyên Enfalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê ye.

Divê dîrok û rabirdûya tehla gelên Iraqê, wane û pend û hander bin ji bo karên pêkveyî û hevdû qebûlkirin û mîsogerkirina mafê tevahiya pêkhatan be li Iraqa nû da, ji bo wê yekê ku karesatên rabirdû dûbare nebin û azadî û mafên destûriyên hemûyan parastî bin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.08.2023