
Hatina cejna pîroz a Remezanê li hemû misilmanan li Kurdistanê, herwiha li Iraq û cîhanê, bi taybetî jî li malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan pîroz be. Hêvîdar im ku her kes cejn û bêhnvedaneke aram û tena û tije bextewarî derbas bikin û bi xêr û xweşî ji bo hemû aliyan vegere.
Ev cejna pîroz, helkeftin û derfetek e ji bo ku em hemû girêdana xwe bi wate û nirx û peyamên bilind ên cejnê yên lihevhatinê, lêbûrînê, aştiyê, efûkirinê û mirovdostiyê re nû bikin, li têkiliyên xwe binêrin û li ser bingeha rêz û hezkirinê, dostanî û hevkariyê, ji nû ve ava bikin.
Hêvîdar im ku cejn û helkeftinên pêşerojê, ji her kesî re di rewş û roj û jiyan û halekî baştir de bên û em hemû bi hev re li herêma Kurdistanê û Iraqê, yekbûyî û harîkar, bikaribin baştir xizmeta gel û welat bikin.
Cejna we hemûyan pîroz be, her sal bi xweşî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
29/3/2025