Sibehiya îro Yekşem 20/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Balyoz Emmanuel Mignot, Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de, rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê digel pîrozbahiya dest bi kar bûna wî, hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest û amadehiya tevahiya sazî û rêxistinên Herêma Kurdistanê bo serxistina karên wî dûpat kir. Herwiha spas û rûmeta Herêma Kurdistanê bo dîroka peywendiyên dostane û piştevaniya berdewam a Fransayê bo gelê Kurdistanê dûpat kir.
Ji aliyê xwe ve, birêz Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê kêfxweşiya xwe bi dest bi kar bûna li Herêma Kurdistanê anî ziman û tekez li ser pêdagirî û xwesteka welatê xwe ya pêşvebirina peywendiyên dîrokî yên bi Herêma Kurdistanê re û berfirehkirina asta hevkariya hevbeş di warên cuda de kir.
Peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê mijareke din a hevdîtinê bû.