Bi boneya salvegera şehîdên 1ê sibatê em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber giyanê wan ditewînin.
Şehîdên 1ê sibatê bûne sembola xwîna pêkverijyayî ya Kurdistaniyan bi destê terorîstan ku, bi bê cudahî canê serkirde û têkoşerên gelê me û sivîlên Kurdistanê kirine armanc.
Divê em vê salvegerê û bîranîna vê tawana terorîstî bikin derfetek ji bo xwenasînê û bingeha xurtkirina biratî, yekîtî û çarenivîsa xwe ya hevpar.
Baştirîn wefadariya bi giyanê şehîdan û rastirîn rêya şerê terorîstan tenê yekrêzî ye û her bi vê yekê em dê bikaribin mafên xwe biparêzin û bigihin armancên xwe.
Silav li giyanê şehîdan û bîranîna wan her dem bi xêr be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
1ê sibatê 2025
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya bi helkefta salvegera şehîdên 1ê sibatê
2025-02-01T09:12:00.000000Z