2021-03-02T07:37:14.000000Z
Bi helkefta pejirandina proje yasaya jinên rizgarbuyiyê Êzdiyan ya li Encumena Nûnerên Iraqê, spasî hemû fraksiyonên Parlemena Iraqê dikim. Eve hengav û destpêkêke girînge ji bo qerebûkirina xûşk û birayên me yên Êzdî û piştrastîdana li girîngiya bi parastin û jiyana wan.
Daxwazê dikîn bi awayeke bi lez dest bi bi cîhkirina hemû xalên nav yasayê bê kirin, ji ber ku rewşa hemû jinên me yên rizgarbuyiyên Êzdî û zarok û malbatên wan pêwîstî bi hevkariya bi lez û hemû aliyana heye.
Xuşk û birayên Êzdî tuşî komkujiyekî gelek mezin û dirindeyiyeke zêde bûn, bi revandina jin û zarokan û komkujîkirina zilamên wan, ji bilî wêranbûna zêdetirê deverê Şingalê û derbederbûna zêdetirê xelkên Êzdî ku bêguman ewe jî pêwîstî bi dûvdaçûn û biryarên zêdetire bo ku hemû Êzdî piştrast bin ku dikarin bi piştrastiyê ve vegerin navçeyên xwe û dest bi avadankirinê bikin û dabînkirina xizmetguzariyan bigihe navçeyên wan, hengavên girîng jî ji bo vê mebestê bi cîh kirina hemû xalên rêkeftinnameya Şingale.
Me li rêya Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Êzdiyan ve kariye heta niha (3,545) jin û zilam û zarokên Êzdî rizgar bikîn, xuşk û birayên Êzdî piştrast dikîn ku wekî erkê xwe bi hemû awayekê berdewam dibîn ji bo rizgarkirin û eşkerebûna çarenivîsa wan (2,768) Êzdiyên ku heta niha jî wendane.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.03.2021