Îro Yekşem, 22.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya Cejna Newrozê, peyameke pîrozbahiyê ji birêz Hakan Fîdan, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, wergirt.
Di peyama xwe de, digel ku pîrozbahiyên herî germ anî ziman, Newroz wekî sembola xêr û hêviyê û hêmaneke sereke ya çanda hevpar a herêmê bi nav kir. Herwiha hêvî xwest ku Newroz bibe sedema xurtkirina dostanî, lihevkirin û parastina nirxên hevpar.
Di beşeke din a peyama xwe de, birêz Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bal kişand li ser rewşa niha ya herêmê ku rûbirûyî zêdebûna kêşeyan bûye û hêvî xwest ku ev cejn aştî û aramiyê ji bo hemû mirovahiyê pêkbîne.
Di dawiya peyama xwe de, birêz Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê silavên dilsozane pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Herêma Kurdistanê kir û hêviya saleke pir bi aştî û xweşiyê xwest.