Ez rewşa mamosta û karmendên li xwepêşandana ku ev çend rojin li Silêmaniyê ji bo çareseriya pirsgirêka mûçe dest bi xwepêşandanê kirine ji nêz ve dişopînim. Çareserkirina kêşeya mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê daxwazeke rewa ye û em hemû piştevaniya wê dikin.
Ji bo vê mebestê me li Serokayetiya Herêmê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê digel Hikûmeta Federal hewlên mezin dan. Di vê çarçoveyê da, xweşbextane di encama gotûbêj û lihevtêgihiştina her du aliyan da û bi hevkariya aliyên peywendîdar, guhertina yasaya bûdceya federalî hate pejirandin û hêviya çareseriya yekcarî ji bo pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê heye.
Peyam û daxwazên mamosta û mûçegiran bi giştî, bi timamî gihaye aliyên peywendîdar, lewra daxwazê ji wan dikim rewşa tendirustiya xwe li berçav bigrin û dest ji xwepêşandanê berdin. Em we hemûyan piṣtrast dikin ku Herêma Kurdistanê dê li ser hewlên xwe yên ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi Hikûmeta Iraqa Federal re berdewam be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03.02.2025
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya di derbarê xwepêṣandana mamosta û karmendan
2025-02-03T13:55:00.000000Z