Ji bo koça dawî ya nivîskar, lêkolîner û ronakbîrê navdar ê Kurdistanê, xwedê jêrazî Farûq Refîq, sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wî û ji tevahiya nivîskar û ronakbîrên Kurdistanê re dixwazim.
Xwedê jêrazî Farûq Refîq, bi raman û pênûsa xwe ya bibiryar, xizmeteke berbiçav ji pirtûkxane û çanda Kurdî re kir, bi taybetî di warê felsefe û lêkolînên fîkrî de. Koça wî ya dawî, windakirina pênûseke çalak û jêhatî bû.
Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê wî bi dilovaniya xwe şad bike û aramî, hedar û dilrihetiyê bide hemûyan.
Bila bîranîna wî herdem bi xêr be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
28.04.2026