Birêz Nêçîrva Barzanî Serokê Herêma Kurdistanî, spêdehiya roja yekşemê 20.11.2022ê, ji ber koçadawî ya Ebobekir Hisên Helebceyî, bavê parêzgarê Silêmaniyê, telefona birêz Heval Ebobekir parêzgarê Silêmaniyê kir û ji bo wî û malbata wî sersaxî xwest û hevsozî û hevxemiya xwe pê ra nîşan da û hêvî xwest ku Xwedayê mezin rehmetî bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û sebir û hedarê bi hemûyan bibexşe.
Ji aliyê xwe ve birêz Heval Ebûbekir parêzgarê Silêmaniyê li ser navê xwe û malbata xwe ya birêz spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo wê eywendiya telefonî û hevxemiya Serok Nêçîrvan Barzanî li gel wan nîşan dayî.