2024-04-24T07:53:33.000000Z
Em îro 50 saliya xemgîn ya şehîdbûna bi dehan xwendekar û mamostayên zanîngeha Silêmaniyê û xelkê sivîl yê Qeladizê yên ku di 24ê Nîsana 1974an de bûne qurbaniyên tawaneke din a rejîma hîngê ya Iraqê bi bîr tînin. Em bejna xwe li ber giyanê wan ditewînin, wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.
Şehîdkirina xwendekar, mamostayên zanîngehê û welatiyên sivîl li Qeladizê di êrîşeke hewayî ya tirsonek da, hêz û îradeya berxwedanê û rûbirûbûna zilm û dîktatoriyê mûkimtir kir û gelê Kurdistanê zêdetir li ser doza xwe ya ji bo bi destxistina mafên xwe tekoşîna xwe berdewam kir.
Ev tawan û qurbaniyên wê rojê yên zanîngeha Silêmaniyê li Qeladizê û xelkê şoreşger yê deverê tenê rûpelek ji dîroka gelê Kurdistanê ya bi xwîn û êşdar e ku divê em jê ders werbigrin û bi yekrêzî, yekdengî û bi hev ra ji bo heta hetayê rê li dubarebûna wê dîrokê bigrîn û bi hêvî kar ji bo paşerojek baştir bikin.
Silav li giyanê pakê şehîdên Qeladizê û Pîşder û hemû şehîdên Kurdistanê be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24.04.2024