 
                
            
                    2025-04-26T17:27:00.000000Z
                
                
                                    
                            Em sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî rêberiya Komara Îslamî ya Îranê û malbat û kesûkarên qurbaniyên teqîna îro ya li Bendera Şehîd Recayî ya li bajarê Bender Ebbas dikin. Di vê xemgîniyê de em hevsoz û hevxemên we ne.
Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku canê qurbaniyan şa bike û tenahî û dilaramiyê bide hemûyan. Em hêviya başbûna zû ji bo birîndaran û selametî û aramiyê ji bo gelê dost ê Îranê re dixwazin.
Nêçîrvan Barzanî 
Serokê Herêma Kurdistanê 
26/04/2025
