Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

2026-05-14T13:36:00.000000Z
Nûçe

Pêşwaziyê li biryara dadgehê ya ji bo cezakirina tawanbar Ecac Tikrîtî, celladê Nûgreselman dikim. Ev biryar serkeftin û bicihanîna dadweriyê û herî kêm dilxwaziya kesûkarên Enfalkiriyane. Destxweşiyê li dadwer, parêzer, şahidên wêrek û wan hemû kesên ku di gihandina tawanbar bi cezayê qanûnî re alîkar bûn dikim.

Cezakirina vî tawanbarî piştî çendîn salan, peyameke zelal e ku tawanên jenosîd û li dijî mirovahiyê, li hember gelê Kurdistanê, qet kevin nabin û destê dadweriyê her digihîje tawanbaran. Îro careke din hat îspatkirin ku îradeya maf û jiyanê, ji hemû zordestî û hovîtiyê bihêztir e.

Her bi vê helkeftê, em tekez dikin ku pêwîst e hikûmeta federal a Iraqê erka xwe bicih bîne û qerebûya maddî û manewî ya qurbaniyên Enfalê bike, ku Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ew wek jenosîd nas kiriye.

Bîranîna şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê her tim bilind û giyanên wan şad û bextewer bin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14.05.2026