Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

2022-03-13T12:23:59.000000Z
Daxuyanî
Em gelek bi dijwarî wê êrîşa mûşekî şermezar dikîn ku derengiya şeva bihûrî bi awayekî tirsinokane û hovane bêyî tu hêcetek xelk, aramî û tenahiya Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, armanc kir.

Spas ji bo Xwedayê mezin ku çu ziyanên canî nebûn. Em xwe bi hevsozê welatiyên xweşdivî yên Hewlêrê dizanin ku wan di nav dilgiranî û nerehetiyê da demek dijwar bi rê kir. Ji bona berengarbûna qeb, gef û metirsiyan biratî, yekrêzî û karê pêkveyî ji hemû alî û pêkhateyên Kurdistanê tê xwestin.

Bi armancgirtina Hewlêrê bi wî awayî û dûbarebûna wan êrîşan pêşhateke tirsinak û binpêkirina biloq ya aramî, tenahî û serweriya Iraqê ye û ji bilî alozkirina rewşê û ziyan gihandina bi niha û paşeroja temama Iraqê, tu encamên din nabe.

Em daxwazê ji hikûmeta federal ya Iraqê û civaka navdewletî dikîn ku bi ciddî li ser van destdirêjiyan rawestin û hemû hewlan bidin da ku êdî rê nehête dayîn bêrêzî bi serwerî û tenahiya welat, asayîş û aramiya welatiyan bê kirin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
13.03.2022