Îro em salvegera (46) saliya bi êş a zincîre tawanên jenosîd, derbiderkirin û bêserûshûnkirina xuşk û birayên me yên Kurdên Feylî bi bîr tînin. Ew stemlêkiriyên ku di nava pêleke hovane ya rejîma wê demê ya Iraqê de, tenê ji ber Kurdbûn û sekna li ser nasname û mafên rewa yên gelê xwe, bebirûyî bidarvekirin, kuştin, girtin, windakirin û derxêstinê hatin û nasname, mal û milkên wan hatin zeftkirin.
Derbiderkirina bi sed hezaran Kurdên Feylî û bêserûshûnkirina bi dehan hezaran ji wan, jenosîdeke nijadperestane ya Partiya Basê bû ku dîrokeke reş û raboriyeke tahl û tije şaşî ji bo Iraqê li dû xwe hişt. Di vê bîranînê de em dîsa dibêjin ku divê Hikûmeta Federe ya Iraqê erka xwe pêk bîne û li gorî biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ya ku ev tawan wekî jenosîd nas kiriye, qerebûya madî û manewî ya qurbaniyan û ziyandîtîyan bike û nasname û mal û milkên wan bo wan vegerîne.
Tekoşîn, dilsozî û qurbandana xuşk û birayên Kurdên Feylî hertim cihê şanaziya gelê me ye. Divê ew raboriya tahl ji bo me hemûyan bibe pend û wane, da ku em ji bo pêşerojeke baştir li ser bingeha pêkvejiyan û hevduqebûlkirinê li Iraqê mifa jê bibînin. Ji bo vê yekê jî em ê herdem di nava hewl û tekoşînê de bin û çi pêwîst be em ê alîkar bin.
Silav û dirûd bo bîranîn û canê pak ê şehîdên Kurdên Feylî û tevahiya şehîdên Kurdistanê. Silav û rêz ji malbat û kesûkarên wan ên serbilind re.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04.04.2026