Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

2022-07-25T12:24:31.000000Z
Daxuyanî
Zincîre êrîşên şeva derbasbûyî li deverên parêzgehên Bexda, Diyala, Selahedîn û Kerkûkê li ser hêzên çekdar û polîsên federaliyê Iraqê ku di encamê wan êrîşan da 7 şehîd û zêdetir ji 20 birîndaran hebûn, zenga metirsiyeke ciddî ye.

Tevger û bihêzbûna Daîş û berfirehbûna kiryar û êrîşên wê, yên li bo ser asayîş û seqamgîriya tevaya Iraqê gefek rasteqîneye ku pêdiviye bi awayek ciddî helwest li hember wan gefan bêne wergirtin û bersivek ciddî bêne dan.

Ji bona berengarbûna wan êrîşên Daîş, pêdiviye alîkarî û hevahengiyek çalaktir di navbera leşker û hêzên çekdar û Pêşmerge û sazî yên emnî yên Iraq û Herêma Kurdistanê da hebe. Her wisa, pêdiviye piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletiya dijî Daîş ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be.

Rewşa emnî û siyasî ya Iraqê, hevkarî û karê hevbeş ji tevaya hêz û aliyên Iraqî tê xwestin ku hemû bi hev ra vê rewşa dijwar derbas bikin û êdî rewşa aloz ya siyasî nebe hokarê têkçûna asayîş û seqamgîriyê û zêdetir bihêzbûna Daîş ê.

Ji bo malbat û kesukarên şehîdan sersaxiyê dixwazim, hevsoz û hevxemê wan im, hêvîdarim hemû birîndar zûtirîn dem çak bibin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.07.2022