Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

2022-07-31T08:54:15.000000Z
Daxuyanî
Em li hember rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên wê gelek dilgiranin û em daxwazê ji aliyên siyasî yên dijhev dikin ku bi sebir bin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan dest bi diyaloga rasterast bikin. Di vê rewşa hestiyar de, alozbûna zêdetir a rewşê dê aştiya civakî, ewlehî û aramiya welat bixe metirsiyê.

Di demekê da ku em rêzê li daxwazên xwepêşandanên cemawerî yên aştiyane digrin, em tekezî li ser parastina saziyên dewletê, asayîş û serûmalên welatiyan û karmendên dewletê dikin. Gelê Iraqê hêjayî jiyaneke, niha û paşerojek baştire û erk û berpirsyariya hevpar ya hemû hêz û aliyan e ku bi hev re Iraqê ji vê rewşa hestiyar û metirsîdar derbas bikin.

Herêma Kurdistanê jî wek her carê dê bibe beşek ji çareseriyê, lewra em bang li aliyên siyasî yên Iraqê dikin ku bên Hewlêrê, paytexta wan ya duyemîn, da ku dest bi diyalogeke vekirî bikin û li ser bingeha berjewendiyên bilind yên welat bigihin li hevtêgihiştin û rêkeftinê. Ti pirsgirêkek ku bi diyalogê neyê çareserkirin nîne.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.07.2022