2022-11-25T11:02:40.000000Z
Îro, 25 Mijdarê, di roja Navnetewî ya berhingarbûna tundiya li dijî jinan da, em hemû piştgiriya xwe ji bo xebat, azadî, maf jinan û wekheviyê dubare dikin. Weke her car, em dê li ser kar û tekoşîna xwe ya ji bo bidestveanîna zêdetir û parastina mafên jinan û avakirina civakek ku tê de jin azad û wekhev be û bi tu sedemekê gefên tundûtûjiyê û kuştinê li ser nebin berdewam dibîn. Heta jin azad nebe, civakeke sivîl, azad, wekhev, aram û medenî û pêşkeftî ava nabe.
Di vê helkeftê da, em careka din tekîd dikin ku em dê bi her awayî rûbirûyê hemû awayên tundûtûjî, destdirêjî û binpêkirina maf û azadiya jinê bibin û ji bona nehêlana fikra tundûtûjiyê û berhevkirin aqarek baştir ku jin di warê siyasî û îdarî da li Herêma Kurdistanê çalaktir bibe, berdewam dibîn.
Digel aliyên peywendîdar yê navxwe û li ser asta navneteweyî jî em dê hevahengî û hevkariyê bikin da ku jin di hemû waran de di malbatê de, li cihê kar û di hemû qadên giştî de parastî bin û ji destdirêjî û tundiyê dûr bin.
Silav û rêz ji wan hemû jin û alî û rêxistinan yên ku ji bo bidestxistina azadî, aştî û mafên xwe her roj têdikoşin. Silav ji bo giyanê paqijê qurbaniyên tundiya li dijî jinan û ji bo wan hemû xaniman yên ku ji bo azadî, wekhevî û aştiyê xebat û berxwe daye dihinêrîn. Li ku derê cîhanê bin, em wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.11.2022