Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

2023-04-16T09:54:26.000000Z
PEYWENDIYÊN NAVDEWLETÎ Nûçe

Îro 16ê Nîsanê em 36 saliya tawaneke din ya rejîma berê ya Iraqê bi bîr tînin ku destpêka tawanên hovane yên êrîşa kîmyayî li ser welatiyên sivîl li Kurdistanê ye, ew jî tawana kîmyabarana li ser gel, ax û xwezaya bedew a Balîsan, Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetî ye.


Em şehîdên nemir yên vê tawanê gelek bi rêz û hurmet bi bîr tînin û bejna xwe li ber giyanê wan yê pak ditewînin. Em silav û hurmetan ji bo berkeftî û qurbaniyên wê karesatê dişînin ku, hîngê rejîmê rê da birînên xwe jî derman bikin û bi kesûkar û malbatên xwe ra neçar bûn tehemul bikin û êş û janên mezin bikişînin.


Balîsan, Şêx Wasanan û Geliyê Xoşnawetî bi giştî her tim navendên xebat, tekoşîn û berengarbûna li dijî zilm û sitema rejîmê bûn, cîh û hişarên vehewandin û piştevaniya Pêşmerge yê şoreşên Kurdistanê bûn, ji ber hindê weke gelek carên din, bihara sala 1987ê careka din ketine ber pêla reş ya rejîmê û kîmyabaran kirin.


Bi vê minasebetê em tekezî li ser wê yekê dikin ku zêdetir girîngî pê bê dan û baştir xizmeta wê deverê û xelkê wê yê welatparêz, di hemû waran de, bikin.


Silav li ser giyanê pakê şehîdan be û bîranîna wan her dem bi xêr be.


Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16.04.2023