Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyameke Pîrozbahiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê

2026-04-01T06:11:00.000000Z
Nûçe Peyamên pîrozkirinê

Peyameke Pîrozbahiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê

Ji bo serkeftina tîma nîştimanî ya Iraqê ya Mondiyala 2026an li Meksîkayê, ku li Meksîkayê li hember tîma Bolîvyayê bi du golan li hember golekê bi ser ket, bi germî hemû gelê Iraqê, werzişvanan û lîstikvanên tîma nîştimanî pîroz dikim.

Ev destkefta dîrokî ku piştî (40) salên bendewariyê pêk hat, mizgîneke xweş û cihê şanaziyê ye ji hemû Iraqiyan re.

Destxweşiyê li tevahiya endamên tîmê dikim ku bi ked û dilsoziya xwe, xewna gihîştina bi Mondiyalê kirin rastî.

Hêviya serkeftina berdewam ji tîma nîştimanî ya Iraqê re di lîstikên komên Mondiyalê de dixwazim û hêvîdar im ev serkeftin bibe sedema tibayî û xweşiyê ji hemûyan re.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2026/4/1