Presidency of the Kurdistan Region of Iraq

Peyameke sersaxiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê

2026-09-01T14:21:00.000000Z
Nûçe Peyamên sersaxiyê

Ji bo koça dawî ya nivîskar, akademîsyen û Serokê berê yê Akademiya Kurdî, Xwedê jêrazî Dr. Ebdulfettah Elî Botanî, sersaxiyê li malbat û kesûkarên wî yên hêja, Akademiya Kurdî û hemû nivîskar û akademîsyenên Kurdistanê dikim, hevxemê wan im.

Xwedê jêrazî temenekî dirêj bi dilsozî xizmeta zanist, rewşenbîrî û çanda Kurdî kir. Ji Xwedayê mezin dixwazim bi dilovaniya xwe giyanê wî şad bike û aramî û hedarê bide hemûyan.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.09.2026